QAMIŞLO – Jinên Xwendekar li Qamişlo ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber APO pêşangeheke wêneyan pêşkêş kirin. Pêşangeh di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat li darxistin û ji bo her kesî re vekirî bû. Nêzî hefteyekê ye jinên xwendekar amadekariya pêşangeheke kirin ji bo pêşkêşkirina wêneyan dewlemend bibe. Bi piranî, gotinên Rêber APO ser wêneyan hatine çêkirin. Jinên xwendekar bi wêneyên rengîn xwestin balê bikşînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO.