NAVENDA NUÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî kir, çalakî lidar xistin.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyek nivîskî da û got: “Heval Zîlan bi sekna xwe û çalakiya xwe ya fedayî qet nayê jibîrkirin. Di dilê gelê Kurd de textê xwe çêkiriye. Derbeyek mezin li dijmin xistiye, rêya me jinan vekirî ye û hêz daye me. Di şexsê şehîd Zîlan de em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Em soz didin ku em jî mîna wan bêyî ku biwestin li ser vê rêya şehadetê bimeşin. Pêşeroja ku wan xeyal kiriye, xeyala me jî ye. Heta ku Kurdistan azad dibe, em nasekinin.”
KARGEH Û WESAYÎTÊN FAŞÎSTAN HATIN ŞEWITANDIN
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev tişt hatin gotin:
- “15’ê Hezîranê li navçeya Tarsûs a Mêrsînê yekîneyên me febrîqeya Aridag Plastîk a ayîdê Ozkan Aridag daye ber agir û 3 depoyên li rex febrîqeyê jî zirar dîtiye. Ev agirê ku yekîneyên me berdayê, wan bi saetan nekariye vemirîne. Febrîqe û depo bi temamî bûn xwelî. Xwediyê febrîqeyê ku weke ku tê zanîn ji nifşê Ocaxên Osmanî tê û endamekî rejîma faşîst e. Yekîneyên me derbeyek mezin li aboriya vî şexsî daye.
- 21’ê Hezîranê li Bandirmaya Balikesîrê yekîneyên me bi molotofan êrîşî 3 wesayîtên faşîtên Tirk û dikaneke ya nalbûrê kirine û bi temamî hatine şewitandin.
- 20’ê Hezîranê li navçeya Selçûqî ya Selçûqî yekîneyên me 2 wesayîtên luks ên faşîstên MHP’î dan ber agir.
- 21’ê Hezîranê li Sokeya Aydinê yekîneyên me depoyek a kel û pelên spî û 2 wesayîtên xwediyê depoyê dan ber agir.”