BEHDINAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berxwedaneke destanî hate kirin, rê ji dagirkeran re nehate dayin û dagirker lê têk çûn. Yek ji fermandarên fedaî yên vê qadê hevrêya me Dîdar Tolhildan di Gulana 2022’an de di êrîşên dijmin de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku bi fedakariyeke mezin berxwedana dîrokî lê hate afirandin, hevrêya me Dîdar li gelek qadên wê wezîfe kir, ji perwerdekirina hevrêyên xwe bi rengê fedaî heta bi avakirina tunelên şer ku bû tirsa dilê dagirkeran, gelek wezîfe bi ser xist. Hevrêya me Dîdar fedaîtî ji bo xwe kir şêweyeke jiyanê, ji bo hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêberê me bibe her kêliya xwe bi kûrbûnê derbas kir û weke milîtaneke pêşeng a PKK-PAJK’ê bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Em careke din soz didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêya me ya fedaî radestî me kiriye, ji bo hêjayî wê û şehîdên xwe hemûyan bibin, em ê bilind bikin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Dîdar Tolhildan bi vî rengî ye:
Nasnav: Dîdar Tolhildan Nav paşnav: Leyman Hesen Cihê jidayikbûnê: Hesekê Dayik-Bav: Nûra-Berzan Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Zap |
Hevrêya me Dîdar Tolhildan li nava malbatekê, ku aliyê xwe yê dayikê ji eşîra Gergerî, aliyê xwe yê bav jî ji eşîra Dekorî, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêya me Dîdar li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilxwazê Rêber Apo ûd ostê tevgera azadiyê bû. Ji pêşengên Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tevgera jinê ya azad hevrêya me Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş), bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 35 salan bandor li hezaran mirovî kir, di heman demê de bandor li malbata wê jî kir. Hîn sax bû weke efsaneyekê bû, navê wê li zarokên nû ji dayik bûyî dihate kirin û têkoşîna wê bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jin ên ciwan re. Yek ji zarokên ku navê hevrê Rihan (Leyman) lê hate kirin hevrêya me Dîdar bû. Hevrêya me Dîdar, ji zarokatiya xwe ve têkoşîna xaltîka xwe Rihan nas kir, rastiya tevgera azadiyê jiya û bi vî rengî mezin bû. Xalê hevrêya me Dîdar Latîf (Abdûllah Şiwêş) di sala 1994’an de li Garzanê şehîd bû. Her wiha gelek tevlîbûn ji malbata wê li nava tevgera azadiyê bû. Vê yekê kir ku hevrêya me Dîdar bibe parçeyek ji vê têkoşînê.
Hevrêya me Dîdar bi saya ked û welatparêziya cewherî ya dayika xwe Rêber Apo û partiya me PKK ji nêz ve nas kir, ji Rêbertî û PKK’iyan hez kir, li destanên lehengiyê guhdarî kir û bi vî rengî mezin bû. Ji ber ku malbat xwedî çandeke welatparêziyê bû, dûrî zextên civakî li ser lingê xwe sekinî, bi karaktera xwe ya jêhatî heta zanîngehê xwend. Dema ku li zanîngehê li beşa aboriyê dixwend, biryar da ku tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe û bi piştgiriya malbata xwe beşdarî nava refên şoreşê bû. Hevrêya me Dîdar li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava navê Hêzil Jîn li xwe kir, di avakirina YPG’ê de, piştre jî weke şervaneke azadiya jinê ya Rojava di avakirina artêşbûna xweser YPJ’ê de bû xwedî parek ku di şer de xwe ispat kir û ji jinên cîhanê hemûyan re bû hêza azadiyê ya jinê ya sûdwergirtinê. Mîna hevrêya me Dîdar bi saya jinên Kurd ên wêrek ku ji bo welatê xwe bi fedaîtî û wêrekiyeke mezin şer kirin, çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, mirovahî ji belayeke mezin rizgar kir, cîhanê rastiya jinên Kurd a azad nas kir.
Hevrêya me Dîdar li akademiyên jinê yên azad perwerdeya leşkerî û îdeolojî wergirt, di taktîka sûîqestê de bû pispor. Weke şervaneke azadiyê ya pispor û milîtaneke jin cihê xwe di nava tîm û tabûrên sûîqestê de girt, bi wêrekiya xwe ya bilind û bêtirsbûna xwe, di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de xwe ispat kir. Hevrêya me Dîdar ji Efrînê heta bi Hesekê tevlî gelek pêngavên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û di şer de bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Bi vê tecrûbeya xwe li ser taktîka sûîqestê perwerde da hevrêyên xwe, li akademiyan wezîfe wergirt, bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir û pêşengî jê re kir. Di sala 2016’an de li Şedadê û di sala 2017’an de jî li Reqayê di pêngavên rizgarkirinê de birîndar bû, lê belê bi daxwazeke bêdawî ya ji bo azadiya jinê ji nû ve xwe gihand eniya şer û têkoşîna xwe dewam kir. Ji bo jinên ku faşîzma DAÎŞ’ê ew dîl girtibû kefenê reş biçirînin û kincên reng bi reng li xwe bikin, xwe bigihînin azadiyê, mîna hevrêya me Dîdar keda bêhempa ya şervanên fedaî xwedî parekê ye.
Hevrêya me Dîdar ku ji sala 2012’an heta bi 2019’an li Şoreşa Azadiyê ya Rojava bênavber têkoşiya, ji dil bawer kir ku şoreşgerî huner û rastî ye, yekane jehrkuja modernîteya kapîtalîst şoreşgerî bi xwe ye. Hevrêya me Dîdar her tim li ser bingeha vê rastiyê meşiya, ji çalakiyên destanî yên fedaiyên Apoyî, ji meşa wan a ku mohra xwe li dîrokê xist gelekî bi bandor bû û ji bo bibe fedaiyek berê xwe da çiyê, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîdar, rastiya jin a azad ku mîna rojê hilatiye û bandora mezin a formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kûrahî hîs kir, sekna jin a azad a ku ti carî ne ya kesî ye, ji xwe re kir pêşeng. Tevlîbûna bi rengê fedaî, sekna cewherî, hevrêtiya bi pîvan, nêzîkatiya ku bi pîvanên milîtaniya Apoyî dijî û dide jiyîn, dîsîplîna leşkerî, cdiyet û baweriya bi serketina taktîkên gerîla kir ku hevrêya me Dîdar bibe şoreşger û fermandareke gelekî cuda. Hevrêya me Dîdar bi wêrekiyeke mezin û baweriya ji xwe,, bi serbilindahiya jinbûyîna azad bêteredût meşiya, jê bawer kir ku ti sînorê ji aliyê aqlê mê ê serwer ve li pêşiya jinê hatiye destnîşankirin nikare bibe asteng, lewma ji hevrêyên xwe re her tim bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Dîdar bi rûkeniya xwe, bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi sekna xwe ya cihê baweriyê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê, il nava hevrêyên xwe yên jin û mêr bû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Weke fermandarekê wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî. Hevrêya me Dîdar her tim bû xwedî meşeke bi aram û serketinên mezin, ti carî xwe têr nedît, ti carî nebû dilxwaza kesayetiya modernîteya kapîtalîst, mîna derwêşekî dilnizm, mîna azîzeyekê pak bû fedaiyek.
Hevrêya me Dîdar li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li gel fermandarê fedaî hevrêyê me Şehîd Delîl Zagros ji hevrêyên xwe re bû perwedekar, di amadekariya şer de jî bi berpirsyariyeke mezin rabû. Hevrêya me Dîdar di berxwedana sala 2022’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku dijmin gelek hêzên xwe yên cuda lê ceriband, yekîneyên xwe yên herî bijarte jî têk çû û neçar ma jê vekişe, bû yek ji wan hevrêyan ku di serketina mezin de xwedî kedeke mezin bû. Artêşa Tirk a dagirker di 25’ê Gulana 2022’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşa tevgera dagirkeriyê berfireh kir. Hevrêya me Dîdar bû yek ji wan fermandaran ku li qadê bi tîmên gerîla yên pispor bersiva destpêkê da êrîşê. Nehişt ku artêşa dagirker li qada me bi cih bibe, li pêşiyê bû asteng, planên dijmin têk bir, kir ku dijmin windahiyên giran bide, gelek dagirker hatin cezakirin. Di hefteya destpêkê de ku dijmin hewl dida Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagir bike, hevrê Dîdar bi rola wê fermandara pêşeng rabû ku li qadê li dijmin xist û rawestand. bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû.
Rastiya Kurd ê azad ku bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo ji nû ve vejiya, di şexsê Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) de bû meşa azadiyê ya 35 salan, pêşengiya şoreşê û reastiay jin a azad. Meşa destanî ya Rihanan fermandarên fedaî yên mîna Dîdaran afirand, bandora tevgera azadiyê ya jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd ji çiyê gihand deştê, ji deştê gihand bajaran û weke dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şênber bû, ji bo jinên li cîhanê bû hêvî û navê azadiyê. Di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî deyndarê Rihan Amûdê û Dîdar Tolhildanan e ku wan bi têkoşîna xwe DAÎŞ têk birin û faşîzma dewleta Tirk rawestandin. Em hevrê Rihan Amûdê û Dîdar Tolhildan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna mîna a şoreşgerên fedaî û pêşengên nemir ên tevgera jinê ya azad wê ji jin û ciwanan re bibe çavkaniya sûdwergirtinê, Şerê Gel ê Şoreşgerî bi saya van hevrêyan wê hîn mezin bibe û teqez bi ser bikeve. Li ser vê bingehê ji malbata hêja ya hevrêya me ya şehîd, ji xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz ê ku dilê xwe bi coşa şoreşê lê dide, sersaxiyê dixwazin.”