HESEKÊ – Jinên ciwan yên PYD îro li bajarê Hesekê û gundewarên wê çalakiya basa gerok rêxistin kirin. Jinên ciwan bi basa xwe ya ku bi pankartên kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” û alên Rêber APO xemilandibûn, li bajarê Hesekê geriyan. Pirtûkxaneya gerok pirtûkên Rêber APO bi zimanên kurdî û erebî belav kirin.
Jinên ciwan yên PYD diyar kir ku ev çalakî ji bo ku belavkirina fikir û ramanên Rêber APO hat lidarxistin.
Her wiha şanoyek kolanan hat pêşkêş kirin. Jinên ciwan bi lîstika şanoyê xwestin ser zext û tundiya li ser jinê balê bikşînin. Wê çalakiya basa gerok di bin dirûşmeya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat li darxistin û demeke nêz de li bajarên din jî berdewam bike.