ŞEHBA – Yekîtiya jinên ciwan ragihand ku ji bo Festîvala ya şehîd Zîlan hemû amadekarî ber bi dawîbûyina û bang li jinên ciwan kir ku tevlî bibin. Ji bo Festîval demeke kurt ma. Festîval 30ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê saet 16:00 de dest pê dike. Festîvala ku îsal cara sêyemîn tê lidarxistin, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Şehba li Qampa Berxwedan pêk tê.
Sara Osman, endamê Komîteya Amadekar got, “Festîvala me dê îsal ji aliyê bernameyên çandî û werzişî ve gelek dewlemend be. Ji dansê bigire heya tûrnûvaya futbolê. Bernameya me ya dewlemend wê bibe peyamek ji bo xurtkirina kampanya me ya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”. Em li benda jinên ciwan ên ku bi coş tevlî bibin.”