ŞEHBA – Jinên ciwan yên Şehbayê jî bo 27’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan festîvalek organîze kirin. Di bin dirûşmeya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” 3’yemîn Festîvala ya şehîd Zîlan li kampê Berxwedan dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Yekitiya Jinên Ciwanan Rim Dede axaftina vekirinê kir û xêrhatina şêniyan kir. Her wiha cejna qurbanê pîroz kir û li ser girîngiya festîvalê axivî. Di kesayeta şehîd Zîlan de hemû şehîdên fedaî bi rêzdarî rêz kir. Festîval di roja ewil de bi bernameyeke dewlemend a çandî dagirtî bû. Çend dîlanên folklorî hatin pêşandan, stran bi erebî û kurdî hatin gotin, helbest bi zimanên cuda hatin xwendin û şanoyek hat pêşandan. Bi taybetî dansa Mirkut bi kincên gerîlayan a kamuflajê bale şêniyan kişand. Di dawiya dansa mirkut de wêneyên şehîdên fedaî yên weke şehîd Sema, sehîd Avesta yan jî şehîd Viyan Soran hatin hildan.
Dikê û qad bi pankartên rengîn ên bi nivîsa kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” û wêneyên Rêber APO hatibû xemilandin.
Sibe wê mihrîcan di saet 04.00 dest pê bike, vê carê bi bernameyeke werzişî. Di roja duyemîn de jî dê tûrnûvaya futbolê, lîstikên curbecur û çalakiyên werzişî yên wekî bisiklêtê bên lidarxistin.