KOBANÊ – Li Kobanê jinên ciwan di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji bo şehîd Zîlan konserek organîze kirin. Ev konser ji bo 27’emîn salvegera şehadeta gerîlaya Zîlan (Zeynep Kinaci) de tê lidarxistin. Zîlanê 30´ê Hezîrana 1996´an li dijî dagirkeriyê li Dêrsimê çalakiyeke fedaî kiribû.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê, di axaftina vekirinê de hemû temaşevan bi germî hatin pêşwazîkirin. Di axaftinê de bal hat kişandin ser girîngiya çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan ya ku bi çalakiya xwe dijmin vala derxist. Di konserê de bernameyeke çandî hat pêşkêşkirin, stran hatin gotin û govendên folklorî hatin pêşkêşkirin. Her wiha bi zimanê kurdî sinevîzyonek ser kesayet û têkoşîna şehîd Zîlan hat pêşandan.
Konsêr ji bo jinên ciwan ên Kobanê moralek mezin bû. Bi berzkirina dirûşmeyên ên “Jin, jiyan, azadî, û ‘Bijî Serok Apo’, konser bi dawî bû.