BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tîmên me yên gerok ên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê ya ku salvegera çalakiya mezin a Şehîd Zîlan e, hin çalakî li dar xistin.” Agahiyên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
“Herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl;
- Di 29’ê Hezîranê saet 10:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM pergala radarê ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin. Dema dagirker ketin tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin.
- Di 30’ê Hezîranê saet 07:00’an li Qada Berxwedanê Girê FM’ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.
- Di 30’ê Hezîranê saet 08:30’an de Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li çepereke obusê ya dagirkeran hate kirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.
Herêma Xakurkê
- Di 29’ê Hezîranê saet 10:50’an de bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Girê Koordîne hate xistin. Ev çeper hate îmhakirin û dagirkerek hate cezakirin. 4 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.
- Di 29’ê Hezîranê saet 19:20’an de li Qada Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- Di 29’ê Hezîranê de qada Rojava Zapê ya Şehîd Delîl 9 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê carekê, qadên gundê Çemrobotkî û Xêrê yên Garê 2 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê ya Xakurkê 2 caran, bi giştî 14 caran qad bi balefirên şer hatine bombekirin.
- Di 29 û 30’ê Hezîranê de Qadên Berxwedanê yê Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, gundê Şêlazê, Golka, Serê Metîna ya Metînayê, qadên Çilûçar, Girê Kolît û Girê Şekîf ê Xakurkê, 336 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.
- Artêşa Tirk a dagirker di 29 û 30’ê Hezîranê de êrîşî nuqteyên me yên li Qada Berxwedanê Sîda ya Zapê kir û hewl da ku tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.”