ŞEHBA – Jinên ciwan ên herêma Efrînê di bin dirûşmeya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” 3’yemîn Festîvala ya şehîd Zîlan organîze kirin. Di roja ewil de bernameya festîvalê bi aliyê çandî dagirtî bû. Di roja duyemîn de bername werzişî bû.
Festîval li navçeya Babinês a kantona Şehbayê di bin pêşengtiya Yekîtiya de festîvala şehîd Zîlan pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin hat girtin , li ser navê Yekîtiya Werzîşê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriye axaftin hatinkirin û pîrozbahî û serkeftin ji tîmên beşdarbûyî re hat xwestin. Di navbera tîmên beşdarbûyî de lîstoka birê , fûtbolê ,bazdan, biskilêt û lîstok hatin lîstin. Qada werzişê bi wêneyên şehîd Zîlan û wêneyên Rêber APO hatibû xemilandin.
Di dawiyê de hemû tîmên ku bi ser ketine hatin silavkirin û xelatkirin, ji ber vê yekê Festîval bi coş bi dawî bû.