BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Hezîranê eşkere kir.
HPG’ê got, “Dewleta Tirk netewe dewleteke ku weke nijad xwe dispêre Tirkperestiyê, weke mezheb jî xwe dispêre Sûnîtiyê. Sîstema netewe dewletê ya Tirk a faşîst ji xwe re kiriye armanc ku ji bilî Tirkîtiyê hemû pêkhateyên etnîkî, ji bilî Sûnîtiyê hemû baweriyan bi rêbazên qirkirin û asîmîlasyonê ji holê rake, hemû civak û gelên li Tirkiyeyê bike Tirk, Sûnî û ji bo vê jî komkujiyên gelekÎ hovane kir. Di 2’ê T3ırmeha 1993’an de li Sêwasê 34 canên me yên Elewî bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Di salvegera 30’emîn a vê komkujiya li dijî mirovahiyê de em şehîdên demokrasiyê û canên li Sêwasê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”
GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ BI RUHÊ FEDAÎ YÊ APOYÎ TÊKOŞIN
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Dewleta Tirk a qirker mêtinger bi heman mejiyê faşîzan êşkenceya psîkolojîk û tecrîda li ser Rêber Apo, her wiha êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dewam dike. Ji van êrîşên ji bo qirkirina gelê Kurd têne kirin, ya herî girîng li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê kirin. Wateya gerîla ya ji bo gelê Kurd, rola xwe ya di parastina rewa ya gelê me de, temînatiya doza azadiyê û hêza pêşeng a têkoşîna me sedem e ku dijmin timî êrîş bike. Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiyê û hebûna gelê me bi berpirsyariya xwe ya rojane û dîrokî ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê fedaî yê Apoyî têdikoşin.
ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BÊNAVBER DEWAM KIRIN
Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên êrîşê pêk anî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji bejahî û hewayî ve bombardûman kir. Di nava meha Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê, 2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombardûman hate kirin. Li dijî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê 26 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Ji bo hilweşandina çeperên me jî bi kepçeyan êrîş kirin.
44 LEŞKERÊN TIRK ÊN DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Hêzên me ku li dijî êrîşên dijmin di pozîsyona xweparastinê de bûn, ji 13’ê Hezîranê û pê ve derbasî pozîsyona çalakiyê ya çalak bûn û derbên girîng li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li dijî van êrîşên dijmin, hêzên me di nava meha Hezîranê de 45 çalakî pêk anîn, di encama van çalakiyan de kontrayek û 44 dagirker hatin cezakirin. Her wiha wesayiteke bi tîpa Reo, sîstemeke kamera ya mobesse û sîstemeke radarê îmha kirin.
ALA TÊKOŞÎNÊ YA ŞEHÎDAN WÊ BI SER BÊ XISTIN
Di meha Hezîranê de ku meha fedaiyan e, li Amedê endamê fermandariya eyaletê fermandarê me yê fedaî hevrê Xemgîn (Samî Ozdemîr), Bahoz, (Umît Korkmaz), Zîn (Dîlan Gokalp), Mahsûm (Vedat Ayhan), li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hevrê Asya (Kadriye Tetîk), Azad (Thomas Johann Spîess), Koçer (Diyako Saîdî), Zana, Zagros û Berxwedan ên bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber her cûre zor û zehmetiyan rabûn, şehîd ketin. Hevrêyên me yên şehîd bûn ji Botanê heta Serhedê, ji Amedê heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Azad ê Elman heta bi Asya Tirk a ji Ordûyê, bû rastiya têkoşîneke mil bi mil a şoreşgerên enteransyoanlîst û Kurdistanê. Rastiya têkoşîna Apoyî ku bi şehadeta hevrêyên me şênber bû, careke din ispat bû ku hem têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd e, hem jî bi feraseta neteweya demokratîk navê têkoşîna azadiyê ya gelan e. Ev têkoşîna azadî û demokrasiyê ku em deyndarê şehîdên xwe yên ezîz in û rastiya ku di şexsê wan de şênber bû wê ji aliyê me hevrêyên wan ve timî esas bê wergirtin û ala wan a têkoşînê wê teqez bê biserxistin.”