NAVENDA NUÇEYAN – Di daxuyaniya destpêkê ya artêşa Îsraîlê de hate îdîakirin ku li herêma Cenînê li dijî ‘binesaziya teorîst’ û ‘navenda operasyona hevpar’ êrîş hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê cihên ku êrîş li wan hate kirin weke navenda fermandariyê ya ‘Tûgaya Cenînê’ bû ku ji milîtanên xwecihî pêk dihat.Di daxuyaniya duyemîn de jî hate ragihandin ku li kampa penaberan a Fîlîstînî ya li Cenînê şer dewam dike. Şerîa Rojava ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê di operasyona Îsraîlê de 7 Fîlîstînî hatin kuştin, 7 jê giran 27 Fîlîstînî jî birîndar bûn. Li gorî heman çavkaniyê li nêzî Ramallahê jî di bûyereke cuda de di encama êrîşa leşkerên Îsraîlê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Midûrê Heyva Sor a Fîlîstînê ya li Cenînê Mahmûd El Saadî ji AFP’ê re axivî û got, “Ji hewayî ve bombardûman û ji bejahî ve jî dagirkerî heye.” Saadî got, “Gelek mal û navend hatin bombekirin. Ji her alî dû bilind dibe.”