BEDLÎS – Piştî “qedexeya derketina derve” ya li 10 gund û mezrayên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, di operasyona artêşa Tirk a dagirker de pevçûn derket. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker ketin nava gund û gundî binçav kirin. Dîsa hat diyarkirin ku gund bi awayekî bêserûber hatine gulebarankirin.
Li gundê Xûlepûrê di serdegirtina malan de kesên bi navê Sakin, Muzaffer û Bedrettîn Altin hatin binçavkirin.