NAVENDA NUÇEYAN – Milîsên Behçet Kaplan ên tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, “29’ê Hezîranê li Mûglayê me derb li tûrîzmê xist ku çavkaniyeke aborî ya dijmin e. Otelek li kolana Mumtaz Ataman a li taxa Ûmûrça ya navçeya Bodrûmê ji aliyê milîsên me ve hate şeiwtandin. Milîsên me depoya otelê kirin hedefa xwe. Di encamê de depo bi temamî şewitî, şewat li beşên din ên otelê belav bû.”
Di daxuyaniyê de her wiha bang li gel jî hate kirin û hate gotin, “Astengkirina hatineya tûrîzmê ya faşîzmê di destê we de ye. Zanibin ku ev çavkaniya hatineyê ji bo dagirkerî û mêtingeriyê tê bikaranîn. Nebin hevparê vê yekê.”