NAVENDA NÛÇEYAN – Kampa Lavrîo ya li Yewnanîstanê erîş pêkhat. Polîsên Yewnanîstanê îro saet derdora 03.00’an de avêtin ser Kampa Lavrîo ya ku gelê Kurd lê dijîn. Hat diyarkirin ku polîsên Yewnanîstanê kesên li kampê dijîn bi zorê birin kampên girtî yên 200 km dûrî wan e.
Her wiha tê diyarkirin ku polîsên Yewnanîstanê ji bo ku ketin û derketina kampa Lavrîo qut bike nobetê digire.