KOBANÊ-Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” îro li navçeya Şîran a bajarê Kobanî meşek li darxistin Tecrîda dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo hat şermezarkirin.
Meş li pêşiya Meclîsa Navçeya Şîranê ber bi navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan ve destpê kir, di nava dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêbertî, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.
Piştî ku Meş gihiştin pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şîranê, ji bo Pekrewanên Azadîyê deqeyek rêz girtin, piştre jî endama Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Neca Îbram axivî. Di axaftina xwe de destnîşan kir ku heta Rêbertî azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, wê ciwan rehet nebin.
Necah Îbram wiha got: “Rêveber di rêxistina ku em niha tê de dijîn û li hemberî komplo û planên navneteweyî rawestin xwedî roleke sereke ye. Fikra ku Rêbertî ji me re mîras girtiye, çekek e li hemberî kesên ku hewl didin tine bikin me.”
Çalakî bi Sloganên “Jin, jiyan, azadî Serbixe Azadî” bi dawî bû.