ATÎNA – Îro kampa Penaberan a Lavrîo ya li Yewnanîstanê hate girtin. Polîsên Yewnanîstanê îro saet derdora 03.00’an de avêtin ser Kampa Lavrîo ya ku gelê Kurd lê dijîn. Hat diyarkirin ku polîsên Yewnanîstanê kesên li kampê dijîn bi zorê birin kampên girtî yên 200 km dûrî wan e.
Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Yewnanîstanê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Penaberî û Koçberiyê ya Yewnanîstanê ya “Penaberan bi dildarî kampa penaberan a li Lavrîo vala kirin” şermezar kir. Penaberên li kampê û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Yewnanîstanê ev çalakiya polîsên Yewnanîstan û Wezareta Penaberî û Koçberiyê ya Yewnanîstanê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin.
Xwepêşandanek bi beşdariya bi sedan kesên ji civaka Kurd û Enternasyonalîstan pêk hat, ku biryara derxistina penaberên ji kampê protesto kirin.