BEHDINAN- Di demekê de ku tecrîd li ser Rêber Apo tê girankiri û êrîşên qirkirinê ser gelê herêmê tên meşandin, Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan hemleya ‘Werin Cenga Azadiyê’ veguherandin ‘Cenga Azadiyê Serbixin’ ev derbasbûna pêngava nû bû bangewaziyek ji bo hemû ciwanên kurdistanê. Li ser vê esasî komek ji ciwanên Rojavayê kurdistanê berê xwe dan çiyayê Kurdistanê û tevlî refên gerîla bûn. ciwanên ku di salvegera 28’emîn a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan de piştras kirin ku rêya rizgariyê bi tevlîbûna gerîlatiyê re derbas dibe.
ciwanan li ser tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:
Sîstema êşkence û tecrîdê ev bû 25 salin bê navber berdewam dike. 27 meh in tu agahî ji Rêbere Apo nayê girtin. Hêzên komploger û faşîst dixwazin bi rêya tecrîdê partiya me û gelê me tin bikin. Dewleta Tirk a faşîst û komploger bi awayekî hovane êrîşa me dike. Roj derbas nabe ku em şehîd û bedêlan nadin. Çiyayên Kurdistanê wekî keleha berxwedanê têkoşîn dike û li ber xwe dide. Îsbat kiriye ku îrada mirovên azad ji hemû teknîkan bi hêztir e. Gerilayên azadiya Kurdistanê ev sê salin bê navber şereke dijwar dimeşînin. Derbên mirinê li textê Erdogan didin. Ev bû hêvî, moral û kelecan ji bo hemû gelên azadîxwaz. Ev ruhê berxwedêr ruhê Îmraliyê berbelavî hemû Kurdistanê bûye.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 11 saliya xwe têkoşîna xwe didomîne
Dewleta Osmanî dixwaze careke din di sedsaliya Lozanê de, dagirkirin û parçekirina Kurdistanê mayende bike. Ji bo wê em dibînin rojane êrîş li ser axa me tê kirin. Dixwazin bi kuştin, girtin, destdirêjiyê û birçîbûnê me biçewisînin. Rojane zarokên Kurdistanê tên kuştin,rojane jinên ciwan tên revandin û destdirêjî li ser wan tê kirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 11 saliya xwe têkoşîna xwe didomîne. Gelê Rojava bi îsrar tevî zor û zehmetiyan bi hevgirtina pêkhateyên herêmê xwe bi rê ve dibe da ku jiyaneke hevpar û komînal ava bike û sîstema netewa demokratik mîsoger kiriye.
Rojane dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên me dike û bi taybet jin û ciwan her di hedefa wan de ne. Berî çend rojan hevala Rîhan, Yusra û Ferhad bi awayekî hovane hatin hedefgirtin. Hevalên me gihiştin asta şehadetê. Her yek ji wan xwedî kedeke mezin ji bo şoreşê û azadiyê dane. Bi Taybet hevala Rîhan zêdetirî 28 sala bê navber li herçar aliyên Kurdistanê têkoşîn kiriye û ked daye.
“CENGA AZADIYÊ SERBIXIN”
Di vê pêvajoyê de Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan hemleya “WERİN CENGA AZADIYÊ” veguherandin “CENGA AZADIYÊ SERBIXIN” ev ji bo me bû perspektîfa demê, pewîste ciwanên Kurdistan berê xwe bidin qadên şer û xwe di serkeftinê de kilît bikin. Ne tenê em biçin çiyayê Kurdistanê, divê em vî şerî bi ser bixin û derbeyên mirinê li dilê faşîzma Erdogan bidin.
Zîlan ji bo me manifestoya jiyanê ye
Emê tola zarokên Kurdistanê, jin û ciwanan ji dijminê xwe bistînin. Salvegera 28’emîn ya çalakiya fedayî ya fermendar Zîlan ji bo me manifestoya jiyanê ye, em ê her li ser şopa wan bin û ruhê fedayî li her derê belav bikin.
Heta Rêbertiya me ji sîstema Îmraliyê rizgar nebe û Kurdistan azad nebe jiyanek rehet em ji bo xwe qebûl nekin. Em ê her derê bikin qada şer û berxwedanê. Em ê bi hemû hêza xwe şer bikin û di dilê dijmin de bibin mîna Zîlan, Sara û Rûkenan. Em li vir bangî hemû ciwanên Kurdistanê dikin, werin em bi hev re li hemberî dijminê hov şer bikin û wan ji ser axa xwe bavêjin qirêjgeha dîrokê.
Werin em bi hev re li dijî dagirkeriyê û faşîzimê serî rakin.
Werin em bi herv re tola şehîdan rakin û çeka wan li erdê nehêlin.
Werin em cihê Rîhan, Helbest, Baz, Harûn, Qasim, Leyla, Hilmet û bi dehan hevalên binirx dagirin û tola wan rakin.
Werin em bi hev re ciwantiya rast bijîn.
Werin em bibin rêhevalê Rêber APO û ferdek ji kilana Rêber APO.
Em jî li vir soza tolhildanê û têkoşînê radighînin û dibejin; heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her şer bikin û têbikoşin.
Em dibejin;
Bijî bijî SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
CENGA AZADIYÊ SERBIXIN
JİN JİYAN AZADÎ SERBIXWE AZADÎ
BIJÎ PARTİYA KARKERÊN KURDİSTANÊ
BIJÎ RUHÊ CİWANTİYA AZAD”
Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekemîne ku tevlîbûnên komî ji ciwanên Rojava çêdibin beriya çend mehan jî 3 komên ciwanan bi awayekî komî soza beşdarîya nav refên gerîla dan.