NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara Tîrmeh/Tebax a Kovara Yurtsever Genç Kadın ku deng û rengê jinên ciwan vedibêje derket.
Di beşa Perspektîfa Rêbertiyê de nirxandina Rêber Apo ya bi sernavê “Ji Bo Hezkirin û Gihîştina Jiyana Bilind Em Şoreşa Civakî Dikin” cih girt. Dîsa bi perspektîfa jinên ciwan,” disa li ser xaka azad bi cewherê xwe re jiyan kirin destê me de ye. ” hate gotin ku jinên ciwan ancax xwe di fikir û felsefeya Rêber APO kilit kirinê û bi veguherandina têkoşînek rêxistinî dikarin polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê vala derbixînin.
Di beşa dosyaya me de behsa Serkeftinên 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê tê kirin û berxwedana awarte ya berxwedêrên girtîgehê ya li dijî cûntaya faşîst di nivîsa bi sernavê “Garantiya Serketinê: Ruhê 14’ê Tîrmehê” de hatiye vegotin. tê diyarkirin ku divê jinên ciwan vî ruhê berxwedanê mîras bigirin.
Dîsa di dosyaya bi sernavê “Agit Yoldaş kesayeta milîtan bû ku dixwest di nava PKK’ê de ava bibe” de, destkeftiyên tevgera me û gelê Kurd a bi Pêngava 15’ê Tebaxê û kesayet û şêwaza jiyana rêheval Mahsum Korkmaz (Egîd) hate kirin. ku pêşengê wê bû, hatin gotin.
Di vê hejmara Kovara Yurtsever Genç Kadın de, portre û têkoşîna Şehîd Bermal Koçerîn ku di pêvajoya berxwedaniya Rêveberiya Xweser de di şerê li navçeya Licê ya Amedê gihişt şehadetê, cih girt