BEHDÎNAN – Ciwanên Rojava Brûsk Efrîn û Ekîn Doza ên di rojên derbasbûyî de tevlî nav Refên Gerîla bûn, ji ajansa Nûçe Ciwan re axivîn. Ciwanên Kurd diyar kirin ku çima tevlî bûne û çi bandor li wan kirine, her wiha diyar kirin ku navê xwe bi çi armancê û ji bo kîjan hevalê şehîd kirine. Ciwanan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û her wiha êrîşên kîmyewî yên li ser qadên parastina medyayê, ciwanan diyar kirin ku ji bo li dijî van êrîşên Dagirkerîyê derên û Tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin bi vê armanca wan Tekoşîna herî mezin di nav Refên PKK’ê de ye û ji bo vê Tevlî nav Refên Gerîlla bûn û bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku tevlî nav refên têkoşînê bibin.
Navê min Brusk e ez ji Efrînê me min navê Şehîd Brûsk girt Şehîd Brûsk di Berxwedana Şerê Efrînê de Şehîd ket. Sedema Tevlîbûyîna min di nav refên Gerîla Hêrsa li hemberi dijmin welatê me dagirkirîye gelê me koçber kirîye rûxmî wê li şehbayê jî êrîşên me dikê û Zarokên me Şehîd dixê. Herêmê me yê dagirkirî Serêkanîyê, Girêspî û Efrînê ev bû pênc salin dijmin êrîşê Rojava dikê. Dijmin bi çekên Qedexekirî û nûkleer êrîşê Çîyayên Azad dike ji bo vê jî bangawazîya min ji hemû Ciwanên ku ê ji herêmên Dagirkirîne werin Tevlî nava Refên Gerîla bibin ji berkû ê ku bihêlê em welatê xwe ê dagirkirî Rizgarbikin di nav Refên Gerila daye. Pêwîste hemû Ciwan berê xwe bidin Çîyayên Azad ji bo ku em bikaribin Welatê xwe Rizgarbikin. Di dawî yê de ez dibêjim ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’
Navê min Ekîn Doza ye sedema tevlî bûyîna min destpêkê ez ji Şehîdan bandor bûm û bi Taybet Şehîd Ekîn Doza di Şerê Efrînê de Şehîd Ket. Duyemîn jî ev Tecrîda li ser Rêber Apo ev bû dû salin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin ev bû sedema ku li hemberî dijmin hêrsek û kînek çêbibê ji bo vê jî bangawazîya min ji hemû Ciwanan raye ku berê xwe bidin ev rêya Azadîyê Rêya Pîroz kû Serokê me nîşanî me daye ku Tola van Şehîdan Hildin û di dawîyê de jî ez dibêjim ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ û ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’