NAVENDA NÛÇEYAN –Dîroka Kurdistanê bi xwînê hatiye nivîsandin. Bi berxwedaniya Egîdan, Zîlanan, Risteman û bi deh hezaran qehremanan, mêrxas û çelengên xwe fedayê vê axa pîroz kirine hatiye xemilandin.
peyv di bîra mirov de bi sedan êş vedijîne. Êş û tilîliyên dayikan tîne bîra me, şer, ceng, berxwedan, qehremantî di
nav de tê dîtin. Her wiha di kenekê mezin ya tijî êş, li hemberî dijminê xwînxwar ava dike. Şehîd Garzan Efrin, ew têkoşer, ew egîd, ew camêr, ew yek ji pêşengên ciwanan e. Barekî gran di vê şoreşê de dabû ser milê xwe. ji bo mezin kirina şoreşê û rêxistin.
serdemê de wek pêşengekê dîsa cihê xwe girt û rol lîst. Ji şerê gel re serkêşî Efrînê de roleke xwe yê mezin hebu. Di berxwedaniyê de 58 rojan weke ku me kir, bû xwedî ked û xebat. kêlî bi kêlî di çeperên şer de bi moraleke mezin, bi sekneke şoreşgerî tev digeriya. Herwiha jibo ciwanên derdora xwe jî dibu hêz û bawerî. Her tim bi kîneke mezin bersivê dijmin dida. Cihê ku şehîd Garzan têde peşengtiya şer dikir, navçeya Raco gundê Maseka bû. Di heman demê de li hundirê navçeyê de jî bi avayekî diyarker rola xwe dilîst. Grupên ciwanan derbasî eniyên şer dikir. Wek fermandarekî di hemu aliyan de erk digirt. Pêwîst bikra lojistîk, cepxane û hwd. Kordîneyên çeperên ku ciwan tê de cih digirtin dikir. Tu car dagirkerî li ser axa xwe, welatê xwe qebul nekir. Bi hevalên xwe re bersivên gran dida dijmin. Şehid Garzan di mile îdeolojî û perwerdehî de jî, pir xurt bu. Di perwerde kirina ciwanên
anî ziman bi lehengî şer kir. Di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de, dema ku gelê Efrînê ji bajarê Efrinê derketin, bi cîh kirina wan li herêma şehbayê, bi moral û hêz dayina wan, di nava gel de rengê şehîd Garzan hertim diyar bu. Êşê gelê xwe parve dikir û li kêlekê de jî, kîn u hêrsê vê li hember dijmin her diçû mezintir dibu. Bi vê rihê tevdigeriya û şer dikir, di yek kêliyê de ji dijminê xwe ji bîr nedikir. Heta ku gihişt asta şehadetê, bi vê rengê şer û tekoşîna xwe domand. Bi rêhevalên şehîd Brusk, şehîd Hawar Şêrawa, Şehîd Şahan u Şehîd Hemudê re bi qehremanî u bi hêrsên tolhildanê ve, tekoşîna xwe gihandin asta nemiryê.
Nav: Mihemed Navê Tevgerî: Garzan Efrîn
Navê Dayik:Emel
Cih û dîroka ji dayikbunê: Efrîn – Bilbilê
Cih û dîroka tevlîbunê: 2008
Cih û dîroka şehadetê: Qonaxa dûyemîn ya berxwedana serdemê 07/08/2018