TEBQA-Duh endame Konseya Rêveber a KCK Sabrî Ok bi rêya Bernameya Taybet ya televizyına Sterk TV hin agahîyên giring derbarê Jîyana Rêber Apo de parve kirin piştî vê li seranserî Bakur û Rojhilatê sûrîyê Ciwan Daketin qadan û ev kiryarên Dewleta Tirk ya dagirker şermezar kirin.
Ciwanên Tabqayê bi Daxuyanîyekê ev yek şermezar kirin. Daxuyanî li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hat dayîn li ser navê Ciwanan Fatma El-Saleh ve hat xwendin
Daxuyanîya Ciwanan bi vî awayîye
Piştî agahiya ku me li ser rewşa Rêber Apo bi dest xist, dewleta Tirk a dagirker bi rêya Rêveberiya girtîgeha Îmraliyê peyamên gefxwarinê ji Rêber Apo re şandine û jehrî kirine, da ku zextê li wî bikin ku di doza me de tawîzan bide. hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo dimeşînê dixwazê îradeya wî tune bikê, lê Rêber Apo ev 25 salin li hemberî hemû êrîşan berxwedanîyekî dîrokî dimeşînê ev ji bo me Cîhê serfîrazîyê ye Rêber Apo ji bo hemû gelên Azadî xwez û bi taybetî Ciwanan xeta Sore emê li hemberî vê yekê bê deng nemînin.
Tevgera Ciwanan bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo hemû gelên Azadî xwez bikevin nava liv û tevgerê, çalakiyên mezin bikin û Rêber Apo bi tenê nehêlin û Tekoşîna xwe li hemberî Faşizmê bilind bikin.
Daxuyanî bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû