HESEKÊ – Îro Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji bo dawî anîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo bal kişandin ser nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber APO komxebatek li darxistin. Di komxebatê de soza bilindkirina têkoşîna hevpar jî hate dayîn. Komxebat ji bo protestokirina nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber APO di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat organîze kirin. Komxebat bi deqîqeyek rêzgirtînê dest pê kir û bi zimanê erebî hat birêvebirin. Di komxebate de perspektîfên Rêber APO hatin xwendin, belgeyên der barê rewşa tenduristiyê Rêber APO de hatin xwendin. Di heman demê de nîqaş li ser şikandina tecrîdê hebûn. Di dawiyê de encame hate xwendin.
Jinên Ciwan ên Hesekê diyar kirin ku armanca komxebata wan ew e ku çawa karibin tecrîda li ser Rêber APO bişkînin: “Dewleta Tirk a dagirker nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re dişîne. Em ê destê her kesî dirêjî tenduristiya rêbertî dike, qut bikin û berdêl çiqas giran be em dev ji Rêbertiya xwe bernadin. Em nahêlin dijmin gefan li Rêber APO bike! Bi dirûşmeya Kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” em ê bi ser bikevin.”
Komxebat bi coşek mezin di bin dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.