NAVENDA NÛÇEYAN-Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Minbicê êrîşên li dijî Rêber Apo bi meşeke meşeleyan Şermezar kirin.Di meşê de bê navber sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ hatin berz kirin.Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan tevlî meşê bûn. Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpêkir li ber çerxereya el mîzan veguherî mitîngê.
Dema ku meş gihîşt çerxereya el mîzan piştî deqeyekê Rêzgirtinê ji bo Pekrewanên Azadîyê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ebdu el cemîli axivî û wîha got: di demên dawîyê de hin agahîyên li ser Jîyana Rêber Apo belav bûn em wekî Ciwanên Bakur û rojhilatê sûrîyê vê yekê bi tundî Şermezar dikin. Em wekî Ciwanên Şoreşger ên Minbicê bi hemû Rêbazên Tekoşînê tebikoşin heya ku Azadîya Fîzîki ya Rêber Apo mîsoger bikin.
Çalakî bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ Bi dawî bû