QAMIŞLO-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û yekîtiya Jinên Ciwan li beramberî tecrîda girankirî û gefên li ser Rêber APO bi daxweyaniyekê seferberî ragihandin ,Ciwanan di daxweyaniya xweda gotin ku Rêber APO kerameta gel û nirxê wane û tu kes nikare gefê li nirxên wan bixwe her wiha gotin ku wê bedêla vê kiryarên hovane ku li Îmraliyê dikin wê giran be û wê faşîzme dewleta Tirk û saziyên ku îda dikin mafên mirovan diparêzin berpirsyariya vê rakin û hesabê wê bidin.
daxweyaniya Ciwanan wihaye:
Pêvajoya tecrîdê li ser Rêber APO a ji sala 1999’an û vir ve li girtîgeha Îmraliyê , ku rê nade têkiliya wî bi cîhana derve û tevî malbat û parêzerên wî re, binpêkirina eşkere ya mafên wî wek girtiyekî ye û binpêkirina rûmeta wî ye. Van kiryaran bû sedema xirabbûna tenduristiya Rêber APO û bandorek neyînî li ser rewşa wî kir
Her wiha çend roj berê me zanibû ku ji hêla dawleta faşîst a Tirk zalim û tijî kîn û bêhna xwînê ji wan tên ve name ji Rêber Apo re dişînin, paradoksek ecêb derdikeve holê ku çawa destûr ji Rêbar APO re nayê dayîn ku yek peyamê bişîne û zorê li wî dikin. ji bo wergirtina nameyên wan? Ji ber Rêber APO serî li ber faşîstan nedanî û di helwesta xwe ya şoreşgerî de israr kiriye, dixwazin bi vê yekê gefan li Rêbertî bixwin
Ev reftar bikaranîna zor û hêzê ya zêde ya li beramberî rêber APO ye,Li vir em dewleta Tirk a dagirker û saziyên têkildar ên ku îdîa dikin mafên mirovan diparêzin, ji pêkanînên zextê yên li Girtîgeha Îmraliyê tên kirin rasterast berpirsyar dibînin
Em daxwaza demildest azadiya Rêber APO dikin, bang li hemû gel û ciwanan dikin ku heta zû ne dereng ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê rabin ser piyan
Rêber APO rûmeta me û nirxên civaka me ye, kiryarên bi vî rengî yên ku dagirkeriya Tirk li ser Rêber Apo dike, çiqasî zerarê bide Rêber Apo, wê zerarê bide desthilatdariya faşîst a Tirkiyeyê bi xwe, ji ber ku gelê me û hemû ciwan wê bi awayekî 2 qat bersiva van pêkanînan bidin
Em Di dawiya daxuyaniya xwe de weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê bidomînin û heta ku em ji Rêber APO agahiyek negirin em ê jiyana xwe ya asayî rawestînin. û em seferberiyê radigihînin
em careke din bang li hemû gel û pêkhateyên ku bi projeya neteweya demokratîk bawerin dikin
Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin, û Rêberê xwe azad bikin
Dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Cenga azadiyê serbixin