BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 7’ê Tîrmehê saet di 08:00, 10:00 û 11:00 de bi çekên giran derb li kozikên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.
- 8’ê Tîrmehê saet di 05:20’î de droneyên dagirkeran li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyan. Tîmên me yên bi tevgera li van droneyan xistin. Di encama destwerdana hêzên me de liv û tevgera droneyan rawestiya.
- 9’ê Tîrmehê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê sîstemeke kamera ya mobesseyê ya dagirkeran bi çekên giran hate îmhakirin.
Li herêma Zapê;
- 5’ê Tîrmehê li artêşa Tirk a dagirker li Zapê li Qadên Berxwedanê yên Kokerê, Karker û Şikefta Birîndara operasyonek pêk anî. Dagirkerên ku dixwazin li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi cih bibin, bombeyan li vê qadê dibarînin û daran dibirin. Ev operasyon hîn jî dewam dike.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 7 û 8’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, li Xakurkê qadên Ava Lolanê û Sinînê 2 caran, li Garê qadên Gundê Şiyê, Deşta Kafya û Gundê Meyrokê 11 caran bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 7, 8 û 9’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, Qada Golka ya Metînayê û Qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê 414 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
- Artêşa Tirk a dagirker 7, 8 û 9’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşî çeperên me kirin û hewl da ku bi kepçeyan tunelan qul bike, hilweşîne.”