REQA- Şêniyên bajarê Reqayê, endamên meclisên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwnan bi heman armancê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankertên bi nivîsên “Selametiya Rêber Apo daxwaza gelên azad e” hatin bilindkirin.
Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Qada Îtfaiyê rawestiya. Li wir piştî rêzgirtinê, bi navê şêniyên Teqayê daxuyaniyek hat dayîn. daxuyanî ji aliyê parêzer Xalid El Hesen ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de, nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Apo bi tundî hatin şermezarkirin û wekî hewldana kuştina wî hatin hesibandin. Her wiha piştgirî ji bo Rêber Apo û hemû kesên li dijî zilm û tundiyê ne hat nîşandan.
Hat destnîşankirin ku ev hewldana kuştinê karekî qirêj, li dijî nirxên mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan e.
Bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku tavilê bikevin tevgerê da ku aliyên berpirsên van hewldanan eşkere bikin û wan radestî edaletê bikin.
Di mîtîngê de li ser navê jinên bajarê Reqayê daxuyaniyek din hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya bajarokê El Kerame Elya Silêman ve hat xwendin.
Eliya got: “Mafê şandin û wergirtina nameyan ji bo Rêbertî qedexe kirine, gelek name ji aliyê gel ve hatin şandin, lê negihîştin Rêber Apo. Lê belê dema ku xwestin nameyên gefxwarinê bidin Rêbertî, ew name bê nav û bê navnîşan gihîştin Îmraliyê.”
Eliya diyar kir ku gelê herêmê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, lewma divê têkoşînê mezin bikin û parastina fikr û felsefeya Neteweya Demokratîk bikin.
Eliya bang li gel kir ku li hember desthilata Tirkiyeyê serî hilde û heman helwesta ku li dijî komploya li dijî Rêbertî de nîşan daye, nîşan bide.