QAMİŞLO-Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Qamişlo Meşeke Meşeleyan ji bo Şermezar kirina êrîşên li ser Rêber Apo lidarxistin
Îro li Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan meşeke Meşeleyan lidarxistin. Meş li ber Warê Ciwanan Destpêkir. Di meşê de bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan û şenîyên Qamişlo beşdarbûn. meş bi Alên Rêber Apo, Alê Partîya Karkerên Kurdistan, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger, alê Yekîtîya Jinên Ciwan û pankartên li ser hatîye nîvîsandin ‘’ Ciwan Fedaî Rêber Apo ne ‘’ ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ û ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ hat hildan. Meş li ber bînaya Netewê Yek bûyî veguherî mitîngê. Mitîng piştî deqeyekê Rêzgirtin ji bo Pekrewanên Azadîyê destpêkir.
Di mitîngê de li ser navê Ciwanan Şervan Ehmed Axivî û bal kişand ser tecrîda giran a beriya 27 mehan a li ser Rêber Apo bêyî ku agahî jê bê girtin û wiha got: “Ev tecrîd me hemûyan dike hedef di şexsê Rêber Apo de gelên Azadî xwez bi taybetî.
Şervan: bal kişand ser hemleya seferberiya giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan û wiha got: “heya Azadiya fîzikî ya Rêber Apo Mîsoger nebê me seferberiya giştî îlan kir. Rêber Apo ku ji bo Demokrasî û Azadiya hemû gelan têkoşin dike.
Di dawiya mitîngê de wiha got: “Em bang li tu welatan nakin ku Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, ji ber ku hêza me fikir û îradeya me ye. ez bang li hemû ciwanan dikim ku li dijî peyamên gefxwarinê derkevin qadan û helwesta xwe li dijî dewletê Tirk a dagirker bidin nîşandan û li dijî êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker li ser Rêber Apo dike werin Tevlî nava Refên Tevgera Azadîyê bibin ku Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo em bişkînin û Azadîya Rêber Apo Misoger bikin.
Mitîng bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.