BEHDINAN – Kalkan di bernameya taybet a ku di Medya Haberê de hat weşandin de axivî û diyar kir ku ger çend kesên çep, sosyalîst, rewşenbîr, demokrat û hunermend mîna rojnamevan Merdan Yanardag helwestê nîşan bidin, wê pergala rejîma Îmraliyê têk biçe.
Kalkan got, “Ji tirsa xwe ew girtin. Eger yek-du kesên din jî wiha biaxivin, wê pergala Îmraliyê hilweşînin. Nikarin wiha bidomînin. Ji ber ku bêtir jê ditirsiyan, hewil dan Merdan Yanardag bi lez bêdeng bikin. Ev tê wateya ku ew gelek qels in. Ger bi hêz bûna wê vê yekê nekirana. Ji ber ku qels in zextê li Rêber Apo dikin. Her cara ku dixitimin an jî têk diçin, dixwazin bi zextê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde; ew ê têk biçin!”
Kalkan her wiha destnîşan kir ku, ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzm û pergala qirker divê têkoşîn hîn bêhtir bi plan û rêxistinkirî were meşandin.
Kalkan anî ziman ku Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur di berdêla ketina Swêdê ya NATO’yê de bazirganî li ser Kurdan kirin û got, “Di pêvajoya Lozanê de 100 sal berê mijara bazirganiyê Mûsil, Kerkûk bû; Niha jî endametiya Swêdê ya NATO’yê ye… Dixwaze bi hemû NATO’yê vê yekê bide qebûl kirin: Em ê Lozanê nûjen bikin, her kes wê qirkirina kurdan qebûl bike, NATO pişta min bigire û ji bo qirkirina Kurdan destekê bide min. Ev tê ferzkirin! Eger ev yek pêk were, Peymana Lozanê ku bingehê hiqûqî û hêza siyasî ya yekemîn qirkirina Kurdan pêk tîne, wê erka xwe bide NATO’yê. NATO wê bibe sîstema înkar û tinekirina Kurdan. Li ser esasê NATO’yê wê di sedsala duyemîn de bi komkujiyan qirkirina Kurdan temam bikin. Ev rewşek xeternak e. Ew ê civîna NATO’yê pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku ne tenê li Swêdê, li NATO’yê jî dê aqilê hevpar bi ser bikeve. Ew ê vê ferzkirinê qebûl nekin.”
Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan wiha ne:
Di serî de mîmarê berxwedana Îmraliyê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Tecrîd 28 meh in didome. Ne tenê tecrîd e; agahî tune. Sîstema Îmraliyê bi xwe sîstemeke tecrîdê ye, sîstemeke îzolasyonê ye, sîstema qirkirinê ye. Tê gotin ku ji pirsgirêka kurd bingeh digire, saziya sereke ya qirkirina kurdan e. Ev nirxandinên rast in. 28 meh in agahî tune, bêtêkilîbûn heye. Mîna ku têkiliyên wî yên asayî hebin, lê karek nake, nizanim lê ne weke ku nikare siyasetê bike. Ti rêgezên hiqûqî nayên sepandin, hevdîtina ligel malbat û parêzeran tê asteng kirin. Bêtêkilîbûneke mutleq heye. Ev 28 meh derbas bû û berdewam dike. Hevrê Sebrî diyar kir; ev rewş wisa derbas nabe. Helbet derbas nabe. Dibêjin ‘em ê wisa bidomînin, wisa bidin ferzkirin; Bi PKK’ê, gerîla û gelê Kurd wisa bidin qebûlkirin, bi jinan û ciwanan wisa bidin pejrandin. Hesab û hêviyên wiha dikin, lê ev xwe xapandine.
DIVÊ TÊKOŞÎN HÎN BÊHTIR BI PLAN Û RÊXISTINKIRÎ WERE MEŞANDIN
Ji bo çalakiyan bangawazî hatin kirin; Em jî tevlî wan bangawaziyan dibin. Ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Divê mirov di jiyanek asayî de nebin. Jiyaneke ji normalbûnê wêdetir, pêwîst e di nava têkoşînê de be. Helbet divê em têkoşînê di her alî de, li hundir û derve, siyasî û hiqûqî bidin meşandin. Me di bernameyên berê de jî gotibû; Têkoşîn dîwaran dişkîne, tecrîdê dişkîne, pergala qirkirinê hildiweşîne, faşîzmê têk dibe. Yanî zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst tune dike, azadî û demokrasiyê misoger dike. Divê hûn ji vê yekê bawer bikin. Li ser vî esasî pêwîste têkoşîneke hîn bi bandor were pêşxistin. Pêdivî ye ku têkoşîn bêtir plankirî û rêxistinkirî be.
Lê pêwîste ev tişt jî bên zanîn: Merdan Yanardag bi lez hin rastiyan anî ziman. Ew girîng bû, em girîngî didinê. Li Îmraliyê tecrîd heye. Heye û ew pergal ne sîstemek hiqûqî ye. Ne hiqûqa Ewropayê, heta hiqûqa Tirkiyeyê jî naxebite.
Ger hiqûq li wir bimeşe divê Rêber Apo azad bibe. Ji hêla fizîkî ve jî, ev biryarek rast e. Nirxandineke rast e ji du sal bêhtire em dibêjin. Di sîstema Ewropayê de jî wisa ye. 25 salên xwe temam kir. Ev yek ji sala 15’an ve heye. Ev 10 sal in wisa ye. Ji aliyê qanûnî ve îsal xala dawî ye. Ew bi vê yekê dizanin, tiştê ku îfade dike jî ew e. Me jî van rastiyan diyar kir. Me bang li parêzeran kir ku bi erka xwe rabin. Em nikarin bibêjin ku qet li ber çavan nehat girtin, lê zêde bertek neda, encam negirt, qismî bû. Lê belê, divê ew bêtir be. Merdan Yanardag weke rewşenbîrekî vê rastiyê anî ziman. Wî çi got? Ya rastî li Tirkiyeyê her kesî vê rastiyê dibîne. Alîgirên AKP’ê jî, MHP’ê û CHP’ê jî dibînin. Hem sosyalîstên çep û hem jî Kurd dibînin. Lê herî zêde alîgirên AKP û MHP’ê dibînin. Ji ber ku ew vê pergalê dimeşînin. Lê ji nedîtî tên. Bi zanebûn vê yekê dikin û dixwazin pergalek wiha bidomînin. Merdan Yanardag di xalek wiha de derket û got, ‘Qral tazî ye”, “Dayê, binêre qral tazî ye!” Piştre qiyemet rabû. Rewşeke wisa hebû ku roja din ew bêyî pirs û darizandin xistin girtîgehê; gotin ‘tu çawa dikarî tiştek wisa bibêjî’ wey alîgirê PKK’ê ye, wey ez nizanim çi! Weke xayîn nîşan dan.
DIVÊ PARAZVANÊN HIQÛQÊ PERGALA ÎMRALIYÊ LÊKOLÎN BIKIN
Hewl didin her kesî bitirsînin. Ev pir baş tê fêhmkirin, ne rewşeke ku neyê fêmkirin. Dixwazin bitirsînin, bidin pejirandin. Dixwazin rewşeke wisa biafirînin ku her cure daxuyaniyên li ser Rêber Apo, krîmînalîze bikin û bikin hêmaneke sûc. Ji ber vê yekê dixwazin van hemûyan sûcdar bikin û van êrîşên qirker ên faşîst bidomînin. Rastiya meselê ev e. Wekî din, tu bingehek wan ya qanûnî tune.
Divê parêzvanên hiqûqî pergala Îmraliyê lêkolîn bikin. Divê li derveyî welat jî û di hundir welat de bikin. Li gorî hiqûqa Ewropayê pergala Îmraliyê tê çi wateyê? Li gorî qanûnên komara Tirkiyeyê tê çi wateyê? Li gorî hiqûqa demokratîk tê çi wateyê? Li gorî exlaq, li gorî exlaqê civakî tê çi wateyê? Divê ev bên nirxandin. Divê hemû jî bibin mijareke pir girîng a nirxandin û analîzê. Wê demê rastî wê baştir werin dîtin. Dema ku mirov bibêje “qanûn naxebite” jî wê yekser nekaribin bavêjin girtîgehê. Rewş hatiye vê nuqteyê.
Bi rastî ez dixwazim vê yekê bibêjim; Kesê ku li Tirkiyeyê dibêje ez çepgir im, sosyalîst im, rewşenbîr im, demokrat im, hunermend im, divê karibe vê bibêje. Divê siyaseta demokratîk di asta herî jor de îfade bike. Ji ber ku ev pêdiviya demokrasiyê ye. Pîvana demokratîkbûna Tirkiyeyê meşandin pergala li Îmraliyê ye. Ji ber ku Îmralî bû rêveberî. Di sala 1987’an de rewşa awarte hate îlan kirin. Li Kurdistanê rejîma Awarte ava kirin. Tirkiye ketiye rewşek wisa ku bi rejîma Rewşa Awarte hatiye ragihandin. 10 salan wisa meşandin.
Piştî wê pergala Îmraliyê ava kirin. Vê carê bi rêya Îmraliyê hemû Tirkiyeyê weke dîktatoriyeke faşîst, mêtinger û qirker bi rêve dibin. Binêrin, ew di her tiştî de xuya dike. Rewşa zindanan çawa ye? Rewşa mirovan li derve çawa ye? Têkiliyên derve çi ye? Yanî hemû derfetên dewleta Tirk û civaka Tirkiyeyê li ser esasê Îmraliyê ji bo qirkirinê tên bazarkirin û bi rê ve birin. Rewş hatiye vê nuqteyê.
Di vî warî de ez dikarim van tiştan bibêjim. Bi rastî me di van demên dawî de hilbijartinê derbas kir. Mînak ger Kemal Kiliçdaroglu karîba gotina ku Merdan Yanardag gotiye bibêje, ez bawer dikim ku ew ê niha bi serokkomar ba. Qet nebe jî, ew rêberek bû ku tiştekî alternatîf digot, siyasetek çêkir, yanî dikaribû rêgezek nû bide Tirkiyê. Lê ne karîbû bi ser bikeve, ne jî niha xwedî helwesteke wisa ye. Ev ji bo tifaqa Milet jî derbasdar e.
HEWCEDARIYA TIRKIYEYÊ BI SARTRE’YAN HEYE
Me wê demê jî got; lewra bi rastî di vî warî de rêveberiyeke veşartî heye. Berê jê re digotin dewleta kûr ango veşartî. Ew ji aliyê dewleta kûr, hukûmeta kûr ve tê bikar anîn. Ji bo ku kes çavê xwe veneke û tiştekî nebêje ji her kesî re wiha tê kirin. Serdestî, dîktatorî, kontrol tam e. Zextên li ser çapemeniyê… Mînak piştî rojek-du rojan rojnamevanên ku vê rastiyê tînin ziman û nûçeyan çêdikin dê derkevin pêşberî dadger. Heta niha li ber xwe dane. Ez wan hemûyan silav dikim. Vê zîhniyeta faşîst, qirker siyasteke dijber qebûl nake. Rêveberiya Tayyîp Erdogan a niha bûye rêveberiyek wisa. Ji ber vê yekê divê li dijî wî bê seknandin. Her kesê ku li dijî vê desthilatdariyê ye divê bi rastî jî li dijî wan be. Ger hûn ne li dijî wan bin, hûn li dijî çi ne? Bi mijarên mîna li filan cihî pirsgirêkên aborî hene, li filan cihî toz rabûye; bi vana tiştek nabe. Em werin rastiyê, em ciddî bin. Tirkiye ketiye nava felaketeke pir giran û her ku diçe zêdetir giran dibe. Bi rastî jî wisa dewam nake. Ewqas zext wê biteqîne. Divê kes nefikire ku ew ê rawestin. Ji ber vê yekê diviyabû hinek deng bilind bibana. Mînak diviyabû me piştgiriyek mezin bidaba Merdan Yanardag. Kes dengê xwe dernexist. Hema hema kanala wî bi xwe jî hewl dide ku wê ji nû ve wekî “ew ne wusa bû” nîşan bide. Eyb e! Carekê wî gotinek got, em hêvî dikin. Mirovekî mêrxas e, li ser soza xwe dimîne. Bê dudilî çû zîndanê.
Pêdiviya Tirkiyeyê bi lehengên wiha heye. Hewcedariya wî bi (Jean Paul) Sartresan heye. Sartre bi helwest û derketina xwe şerê mêtingeriyê ya Fransayê li Cezayîrê rawestand. Pêdiviya Tirkiyeyê bi dengên wisa leheng, raman, rewşenbîr û demokratên rasteqîn heye. Di rewşa îroyîn de ji bo ku Tirkiye ji vî şerê bêdawî û xeternak rizgar bibe, pêwîstiya Tirkiyê bi piçekî demokratîkbûnê heye, ji xwe re rêzdar bibe, civak jî ji bo ku bi derfetên Tirkiyê pêgeheke geştir bi dest bixe, pêwîstiya wan bi dengên wisa mêrxas heye. Divê wisa be.
Me ev hêvî dikir. Me ew girîng, watedar dît, lê ji ber vê yekê ew ê heta kengî bidome? Dikare bibe Sartre? Divê piştgirî bi vî rengî ba? Ger hûn bala xwe bidinê, xuya dike ku ji faşîzma AKP-MHP’ê an jî faşîzma Tifaqa Cumhur a Tayyîp Erdogan a bi krîmînalîzekirina bi çewisandin û terorê ditirsîne pir zêde ye. Ax bila ne ez bim, çi dibe bila bibe ji min dûr bikevin… Divê ev bên şikandin û bên derbaskirin.
RASTIYA RÊBER APO MÎNA KAXEZEKE TÛRNÛSOLÊ YE
Bi taybetî derdorên çep, sosyalîst û hêzên demokratîk ên şoreşger divê pêşengiyê ji vê re bikin. Çawa wê bêyî ku me û Îmraliyê bibînin, li Tirkiyeyê siyasetê bikin û li Tirkiyeya demokratîk bigerin? Bêyî ku vê rastiya vekirî, qirker, faşîst û mêtingeriyê ya li hemberî Îmraliyê bibînin, bêyî ku li dijî wê rabin, bêyî ku wê hilnewîşînin, wê li ku derê demokrasî were Tirkiyeyê, wê çawa demokrasî were, wê çawa azadiyên wan hebin? Ne pêkan e. Wê sosyalîzm çawa çêbibe? Qet çênabe. Divê her kes vê wisa bizane. Me her tim got, civakê jî got. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo û rastiya Rêber Apo mîna kaxezeke tûrnûsolê ye. Bi eşkere dertêxe holê ku kî/ê çi ye, yan ne çi ye. Niha jî eşkere dibe. Tayyîp Erdogan çawa ji nû ve serokkomarî xesp kir? Ji ber vê bêdengî, vê helwestê xesp kir. Hingî ku ev hebe jî wê xesp bike. Divê her kes vê bizane û xwe lêpirsîn bike. Lewma divê werin helwesta rast û xwe hinekî rêxistin bikin. Wê demê wê têkoşîn çêbe û hilweşe. Ev gelek bê heq û bê qanûnî ye. Ditirse. Ji ber tirsê girt. Eger kesek yan du kes din bibêje, wê neçar bimîne ku sîstema Îmraliyê tune bikin. Wê nekarin bidomînin. Ji ber ku zêde jê ditirsin, evqas bilez hewl dan bifetisînin, hewl dan dengê Merdan Yanardag bibirin. Wê demê gelekî lewaz in. Eger xurt bin, wiha nakin. Ji ber ku lewaz in, li ser Rêber Apo zextê çêdikin. Hevalan eşkere kirin; di paşerojê de li Îmraliyê çi tişt hatin kirin? Her cure zilm û zext tê kirin. Em van dizanin. Ev yek ji ber tirsê ye. Dema ku her tengav dimînin, bindikevin dixwazin bi vê yekê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde ye; wê têk biçin!
100 SAL IN KURD LI DIJÎ PÊVAJOYA QIRKIRINÊ YA BI LOZANÊ HATÎ DESTPÊKIRIN, LI BER XWE DIDIN
Her kes Peymana Lozanê dizane. Peymanek e ku herî qala wê hatiye kirin û hatiye nîqaşkirin. 24’ê Tîrmeha 1923’an hatiye îmzekirin. Pêşiya damezrandina Komara Tirkiyeyê vekiriye. Înkar û îmhaya Kurdan aniye rewşa qanûnî, peymanek e ku qirkirina Kurdan dayî destpêkirin. Weke encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê. Îngilistan û Fransayê pêşengî kirin. Bi tevgera Kemalîst re li hev kirin. Di rastiyê de ya beriya wê hebû; Sewr hebû, Mutarekesa Mondrosê hebû. Tevgera Kemalîst ew bê bandor kirin. Zorî li Îngilistan û Fransayê kir ku li Lozanê peymaneke nû were îmzekirin. Wê demê bi çi kir, bi piştevaniya kî/ê wisan kir?
Di fermandariya Kazim Karabekir de artêşeke Osmanî mabû, hinekî tiştên demokratîk di yên li Egeyê de hebûn. Mîna Çerkes Ethem… Lê hêza dînamîk a esas, hêza Kurd a li dijî dagirkeriyê bû, gelê Kurd bû, bi piştevaniya gelê Kurd çêbû. Heta ku Lozan îmze kirin heta asta dawî wisan tevgeriyan mîna ku her kesê digirin nava xwe û dikin yek. Lê piştî Lozan îmze kirin, pêvajoya dewletê ya neteweyî ya yek şexsî destpê kir. Dewleta bi zihniyet û siyaseteke wiha hat avakirin.
Piştî vê jî hêzên ku di rastiyê de Enetolî ji dagirkeriyê rizgar kirin û rizgarî pêk anîn, yek bi yek hatin tasfiyekirin û îmhakirin. Kazim Karabekir jî wisa bû. Ethemên Çerkesî jî wisa bûn. Ji xwe qet nehiştin Mûstafa Suphîler bikeve welat. Herî zêde jî êrîşî gelê Kurd kir. Dîsa Mîsaqê Millî hat berovajîkirin. Amasya Tamîmî ji holê hat rakirin. Qanûna Sereke ya 1921’an, ji Kurdan re mûxtarî hat jibîrkirin. Daxuyaniyên Mûstafa Kemal ên têkildarî vê yekê, hatin jibîrkirin. Piştî wê li ser piştevaniya navneteteweyî pêvajoyeke nû ya qirkirinê destpê kir. Ev li Bakur qewimî, li Rojava, Başûr û Rojhilat qewimî. Sed sal in Kurd di bin êrîşeke bi vî rengî de ne. 100 sal in li dijî êrîşa faşîst, mêtinger û qirker li ber xwe didin. Bi wêrekî û qehremanî li ber xwe didin. Bi sed hezaran, belkû bi milyonan şehîd dane. Nîviya vê berxwedanê li parçeyên cuda, di berxwedanên di bin rêbertiyên cuda de qewimîn; niviya wê ya duyemîn jî bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê çêdibe. PKK û Rêber Apo mohra xwe li 50 salên dawî dixin, berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ketî mohra xwe lê dixe.
Lozanek çawa derxistin holê? Kurd kirin mijara bazirganiyê û wisan derxistin. Yanî qala meseleyên Kerkûk û Mûsilê hate kirin. Di navbera xwe de ji bo berjwendiyên xwe li ser Kurdan bazirganî kirin û li hev kirin ku Kurdan bigirin nava sîstema înkar û îmhayê. Nirxên Kurdistanê parçe kirin û ev tişt kirin. Ev gelek eşkere ye.
ERDOGAN DIXWAZE QIRKIRINA KURDAN BI HEMÛ NATO’YÊ BIDE QEBÛLKIRIN
Em dikevin salvegera 100’emîn a vê peymanê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê, sedsala duyemîn îlan ki, “Sedsala Tirkiyeyê” îlan kir. Dixwazin heman zihniyet û siyasetê bimeşînin. Yanî dixwazin heman sîstemê bidomînin û Lozanê nû bikin. Di rastiyê de li bin bazariya ketina Swêdê ya NATO’yê ev heye. Tê xwestin ku vê rewşê bi NATO’yê bidin qebûlkirin. Di pêvajoya Lozanê de beriya 100 salan mijara bazariyê Mûsil û Kerkûk bû, niha rewşa endamtiya Swêdê ya li NATO’yê… Rêveberiya Erdogan ev yek weke kozekî kiriye destê xwe de. Dixwaze bi hemû NATO’yê vê bide qebûlkirin: Em ê Lozanê nû bikin, her kes wê qirkirina Kurdan qebûl bike, di bin navê terorîzmê de êrîşên tunekirina Kurdan ez ê pêk bînim, NATO wê piştgiriyê bide min, di aliyê siyasî û leşkerî de piştgiriyê bide, ti kes wê li hemberî dernekeve, her kes wê vê yekê qebûl bike. Her kes wê were xeta Lozanê. Yanî wê bibe hêza piştevaniya qirkirina Kurdan. Wê bibe hevkarê her tiştê ku dewleta Tirk bi serê Kurdan bîne. Tişta tê ferzkirin, ev e! Di rastiyê de bazariya hatî kirin, ev e. Nizanim li wir qanûnên antîdemokratîk hene, hin Kurd hene; wê paş de bên şandin, nayên şandin, qala wê vê tê kirin. Ewane vale ne! Rastiyê wê ev e. Li ser vî bingehî muzakere û bazirganiyeke zêde heye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan bi zorîkirina vê hewl dide bi Swêdê û NATO’yê jî vê bide qebûlkirin. Tişta tê kirin, ev e.
BI BAZARIYÊ DIXWAZE KAR Û XEBATÊN LOZANÊ DEWRÎ NATO’YÊ BIKE
Eger niha wisan çêbibe, wê NATO bikeve cihê Lozanê. Peymana Lozanê wê karê xwe dewrî NATO’yê bike. NATO wê êdî heman karî bike, wê were rewşa înkar û îmhakirina Kurdan. Wê li ser esasê NATO’yê di sedsala duyemîn de jî, wê qirkirin û komkujiya Kurdan bimeşînin û temam bikin. Armanca dewleta Tirk ev e. Teqez bazariyên hatine kirin li ser vî bingehî, bazariya Kurdan di vê çarçoveyê de tê kirin. Divê ev were zanîn.
Gelo NATO wê vê yekê qebûl bike? Ew qas endamên NATO’yê hene. Gelo wê bi qebûlkirina zihniyet û siyaseta qirker a faşîst ya ku ji Tirkiyeyê tê ferzkirin, bibin rêveberê vê yekê? Yanî NATO wê bibe hêzeke qirkirinê? Yekîtiya Ewropa wê bi zihniyet û siyaseta qirker a faşîst çêbibe? Swêd vê yekê qebûl bike? Me destpêkê got ku neyê kirin, lê gelek bazar kirin. Di navbera wan de, gef û zext hene.
Mînak dema ev tişt zêde bûn, li Swêdê Quran hat şewitandin. AKP û Tirkiye li pişt vê yekê heye. Mîna di 28’ê Sibata 1986’an de qetilkirina Olof Palme. Şev saet 10’ê hat qetilkirin. Siharê saet 6’ê rojnameyên Tirk manşeta “Gelo Kujer Apoyî ye?” avêtin. Em wê jî dizanin. Li pişt wê kontrgerîlayên Tirk hebûn. Bi hemû ve ne plana wan bû, lê di nav de bûn. Niha jî ji xwe Hakan Fîdan mirovê tiştên wiha ye. Her hal îcreata wê yeke destpêkê dixwazin li Swêdê vê yekê bikin, li ser Swêd û NATO’yê zextê çêkin û tiştên xwe bidin qebûlkirin. Ji ber ku me diyar ku sîstema Îmraliyê nekare bê meşandin, Rêber Apo divê bigihije azadiya xwe ya fîzîkî. Êdî ti qanûna Ewropa û qanûna Emerîkayê nikare vê bidomîne. Li ku dera cîhanê be, nikare bê meşandin. Eger ji dervey Rêber Apo kî/ê ba, niha sîstema navneteweyî hemû li ser piyan bû, ji ber ku dema mesele dibe Kurd ti kes nake. Ev yek wê heta kengê bidome? Kurd jî vê yekê teşhîr dikin, li dijî vê têdikoşin. Li dijî rêveberiya Tayyîp Erdogan li Kurdistan û Tirkiyeyê evqas deng derketin. Yanî Kurdan bi rêjeya sedî 75 rêveberiya Erdogan û Komara Tifaqê red kirin. Rêveberiya Tirkiyeyê ya îro ne rêveberiya Kurdan e, ne rêveberiya Kurdistanê ye. Çima Ewropa deng dernaxîne? Eger li cihekî din ê cuda be, wê qiyametê rakin. Niha hikûmeteke ku hatî redkirin, li ser Kurdan zilmê dimeşîne. Helbet wê li Îmraliyê jî qetlîamê bike, eger li hemberî vê deng dernexîne wê zihniyet û siyaseta xwe li ser NATO’yê ferz bike. Ev eşkere ye.
Komîteya li Belçîkayê daxuyanî da. Biryarên dadgehê yên berê jî wisan bûn. Gotin, em xeterî nabînin. Sala 2002’an Yekîtiya Ewropayê PKK kir nava lîsteya rêxistinên terorê. Kî/ê xwestiye? Dewleta Komara Tirkiyeyê! Qaşo agirbest heye. Yanî lêgerînên wan ên çareseriyê hene. Hikûmeta Ecewît e. Lê di wê rewşê de ji Ewropayê xwestiye ku PKK’ê bixe nava lîsteya terorê de û Yekîtiya Ewropayê jî qebûl kiriye. Beyannameya Mafên Mirovan a Ewropayê çima maye?
Dema ku Kurd netêdikoşiyan, her cure zext û komkujî dikirin. Niha nikarin ewqas bikin. Hin dost hene, mirovên dirûst hene. Li cihên cuda ya cîhanê jî Rêber Apo bi hewldan, nirxandin û nêrînên xwe ji zû de e sîstema Îmraliyê parçe kiriye. Gihişt her dera cîhanê. Gihişt rewşenbîr, hunermend, karker, kedkar û jinan. Rastî nîşanî wan kir. Rastiya xwe jî bi wan da naskirin. Lewma her kes hinekî ronî bû. Zextê li ser çêdikin.
EM BAWER DIKIN KU NATO VÊ FERZKIRINÊ QEBÛL NAKE
Sekreterê Giştî yê NATO’yê bi rastî jî eyp dike. Çiye, li Swêdê kesên li dijî vê yekê derdikevin hene. PKK vê yekê dide kirin. Çi eleqeya xwe heye? Ti pirsgirêka PKK’ê bi endamtiya Swêdê ya ji NATO’yê re tune ye. Dibe endam, dibe çi bila bibe. Lê nikare vê yekê li ser qirkirina Kurdan bike. Nikare Kurdan bike bazara qirkirinê. Hemû tişta tê xwestin ev e, tişta tê gotin ev e. Tê gotin ku bila Ewropa, Swêd û NATO nebe hevkarê tiştên ku rêveberiya Tayyîp Erdogan li Kurdistanê pêk tîne. Rastî ev e. Çima hewl didin gotinê ji rastiyê dûr bikin? Bi temamî xapandinek e. Ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Bazariyê dikin. Bazariya pere dikin, şerê berjewendiyê heye. Ji Tirkiyeyê çi distînin? Tirkiye çi dide van kesan? Di paşerojê de hûn dizanin, li Rojava jî sefîrên DYE’yê hebûn; çapemeniyê nivîsand ku bi Tirkiyeyê çi berjwendî û çi hevkarî kirine, deşîfre bû. Bila çapemenî lêkolîn bike van mijaran. Rewşek wiha heye yanî. Niha rewşeke xeter e. Wê civîna NATO’yê çêbibe. Em bawer dikin ku ne tenê li Swêd, li NATO jî wê hestiyarî serwer be. Wê vê ferzkirinê qebûl nekin. Ji xwe ferzkirina li Swêdê nayê kirin! Li NATO’yê hemûyê çêdibe. Eger wisa bikin, wê hinekî li cîhanê ji xwe re cih bibînin. Eger wisa nekin wê bi zihniyet û siyaseta heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo Ewropa û Emerîkyê kengê û çi cure dîktatoriyên faşîst hebe û wê çawa bê rewşa beriya 70-80 salan, divê mirov têkildarî wê yekê bi fikar be.
BERXWEDANA GIRTÎGEHÊ YA MEZIN A SALA 1982’AN DEMA DUYEM A PKK’Ê DA DESTPÊKIRIN
Sed sal in Kurd li dijî Lozanê li ber xwe didin. Bi pêşengiya Şêx Seîd li Amed, Elezîz, Bîngol û Bedlîsê li ber xwe dan. Piştre li Serhedê li ber xwe dan, piştre li Dêrsimê li ber xwe dan, li Rojhilat li ber xwe dan, li Başûr li ber xwe dan. Di nava pêncî salên dawî de PKK’ê ev berxwedan dewr girt. Rêber Apo berxwedaneke nû ya azadiyê temam kir, rêxistin kir. Ji berxwedanên berê ders derxist, hewl dan lewaziyên wan derbas bike. Li ser vî bingehî anî wê rewşê ku berxwedan 50 salan bêyî navber dewam bike. Wisan lê kir ku kes nekariyê. Ev gelekî girîng e. 50 salên xwe derbas kirin, berxwedanek wiha di sala 51’emîn de ye. Ev gelekî girîng e. Di dîroka Kurdistanê de cara destpêkê wisa çêdibe.
Demên girîng a berxwedana PKK’ê hene. Ya destpêkê derketin û partîbûna Rêbertî. Vê demê bingehê zihniyeta vê berxwedanê derxist holê. Têkoşîna li dijî zihniyet û siyaseta qirkirina mêtinger a li dijî Kurdan, derxist holê. Têkoşînên berê çima bi ser neketin; ew nirxand û berxwedaneke nû amade kir.
Dema duyemîn li hemberî vê yekê dema têkoşîna bi çalak e. Berxwedana Girtîgehê ya Mezin a sala 198’an ev dema duyemîn da destpêkirin. Berxwedana Mazlûman û Ferhatan pêşiya vê vekir, amade kir. Berxwedana ku wan dayî destpêkirin, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ber bi serkeftina îdeolojîk ve bir. Ev yek ji bo hemû partî, gerîla bangek bû ku vegerin welat. Banga çi dibe bila bibe divê berxwedan were kirin, bû. Ji xwe li ser bingehê rexnedayînê bûn. Hevrê Hayrî got, “Bila li ser kêla gora min, deyndar binivîsin.” Bû mîladeke berxwedanê. Îdîaya bi hebûna azad, zanebûn, îrade, biryardarî, cesaret û fedakarî derxist holê. Lewma PKK’ê biryardariya 14’ê Tîrmehê weke Biryardariya Rûmetê ya Neteweyî pênase kir. 14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî îlan kir. Bi wê biryarê dîroka tunebûna Kurdan a di bin navê mêtingeriyê de, rawestiya û dîroka hebûna bi azad destpê kir. Biryareke mezin bû. Nirxandin û tespîteke gelek bi wate bû. Tarzek gelekî afirêner bû. Rêber Apo got, ji bo nûneriya xeta Partiyê çalakiyeke têrker e. Li ser vî bingehî berxwedaneke mezin çêbû û bi ser ket. Yek ji berxwedanên herî bi wate û mezin a dîrokê ye.
BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ 41 SAL IN HIKMÊ XWE ÎCRA DIKE
Lenîn dibêje ku; mezinahî û pîvana esas a çalakiyekê, bandora wê ya li ser dijberên wê diyar dike. Eger gotin ci cih de be, dijberên xwe jî bîne “îmanê”, ew çalakî ewqas mezin e. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji her alî ve çalakiyeke wisa mezin e. Ji ber ku vê astê de bandor kir. Kir ku Kenan Evren sûcê xwe li xwe mikur hat û got, “Ez nikarim bi ser bikevim. Li wir ên wisa hene ku tu serê wan bibirî, tu nikarî ji zanebûn û armanca wan dûr bixî.”
Şefê faşîst Tayyîp Erdogan di wê dema xwe ya lewaz de çû li wê deriyê ku ew berxwedan lê ye, hema bibêje mîna guneh derbixe giriya. Em van dizanin. Hewl da ji wir hêz bistîne. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedaneke wisa ye.
41 sal in li bin hemû geşedanan, îmzeya wê heye. Lewma Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê çalakiyek e ku derbeya herî mezin li Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’an xistiye. Her du jî di meha Tîrmehê de çêbûn. Li dijî kesên di rojeke Tîrmehê de biryara tunekirina Kurdan dan, di germahiyeke din a Tîrmehê de li Amedê biryara bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin avakirina Kurdên azad hat dayîn. Ev jî biryara herî mezin a dîrokê bû. 41 sal in hikmê xwe îcra dike. Hîna her kes di bin zexta vê yekê de ye. Hîna bandora wê li ser civakê zindî ye. Divê em wisa bibînin û fêm bikin.
Li ser vî bingehî em dikevin salvegera 42’emîn de. Ez vê biryardariyê, Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikim. Ez vê çalakiya mezin di salvegera 41’emîn de silav dikim. Şehîdên mezin ên berxwedanê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ew rastiyên ku jiyan dikin in. Ew 41 sal in ji me re fermandariyê dikin. Yên rê nîşa didin, ew in. Tarzê têkoşînê yê PKK’ê û taktîka wê derxistin holê. Nîşan dan ku mirov dikare di şert û mercên herî zehmet de têbikoşe û bi ser bikeve. Weke tarzê vê fedayîtî avakirin. Ev karekî zanebûn, bawerî û berpiryariyeke mezin bû. Civaka Kurd, jin û ciwan bi van hêmanan perwerde kirin. Rêber Apo nirxandinên herî xurt, danasîn li ser berxwedanê kir. Encam jî li dijî Peymana Lozanê pêvajoyeke berxwedanê ya mezin destpê kir. Rewşeke gelek girîng bû, geşedaneke gelekî cidî bû. Divê em wisa fêm bikin û bi nirxînin. Em ê di sala 42’emîn de ruhê fedayî yê 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir hilgirin, weke tevger û gel em ê li ser xeta berxwedan û serkeftinê ya 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir xwe lêpirsîn bikin. Em xwe lêpirsîn dikin, nû dikin û perwerde dikin.
RUHÊ FEDAYÎ YÊ 14’Ê TÎRMEHÊ BI GERÎLA RE LI LÛTKEYÊ YE
Biryara 14’ê Tîrmehê bi çalakiya rojiya mirinê serkeftin bi dest xist, hikmê xwe îcra kir. Pêwîst nekir ku kesek din binirxîne. Tiştek da desptêkirin û bû bangek. Rêber Apo, pêşengiya partiyê û gerîla bersiva vê bangê da. Pratîkbûna wê ya xurt a bingehîn, bû pêngava gerîla 15’ê Tebaxa 1984’an. Piştre destpêka salên 90’an gel bi pêşengiya jinan dest bi serhildanê kir. Ev jî pêngava neteweya demokratîk bû. Destpêka pêvajoya netewbûna demokratîk bû. Em ji vê re got, şoreşa vejînê ya neteweyî. Di heman demê de destpêka şoreşa azadiyê ya jinê bû. Ew jî gavekî mezin bû. Vê berxwedanê rejîma leşkerî ya faşîst 12’ê Îlonê têk bir. Zihniyet û siyaseta Peymana Lozanê di dawiya salên 1990’an de bi komploya navneteweyî êrîş kir. 25 sal in jî li dijî komploya navneteweyî, têkoşîneke azadiyê ya mezin heye ku bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê didome. Rêber Apo ji her demê zêdetir ev têkoşîna azadiyê bi guhertina paradîgmayê li ser xeta polîtîk a îdeolojîk diyar kir. Tarz û taktîkên xwe pêş xist û weke pratîk jî bi berxwedana Îmraliyê pêşengî kir. Gerîla vê berxwedanê bi lehengî didomîne. Tevgerên me yên jin û ciwanan dimeşîne. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û yên ji dervey welat dimeşîne. Ev pêvajoy heta Şoreşa Azadiyê ya Rojava çû.
Niha gerîla ku ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta fedayîtiyê dewr girtiye, li dijî Peymana Lozanê yekîtiya çalakiya siyasî û leşkerî ya herî xurt pêş xistiye. Ruh û xeta berxwedana fedayî ya 14’ê Tîrmehê niha li Zap, Avaşîn, Metîna û çar parçeyên Kurdistanê di gerîla de dijî. Heman ruh niha li lûtkeyê ye. Em ji vê re dibêjin ruhê fedayî yê Apoyî. Li ser vî bingehî pêşketin û zanebûna gerîlabûn û parastina cewherî heye. Niha têkoşîneke wisa jî çêdibe.
Pêvajoya derbasbûyî demekê bêçalakî çêbû. Dijmin li gorî vê tevnegeriya. Lê ew jî dema ku pêvajoya bi dawî bû, ji holê rabû û berxwedana mezin a gerîla didome. Yanî gerîla hem nûneriya xet û ruhê 14’ê Tîrmehê dike, hem jî li dijî Lozanê pêşengiya têkoşîna azadiyê ya mezin dike. Ev jî rastiyeke vekirî ye.