BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “3’ê Tîrmeha 2023’an bi şev li qada Kanî Xezalê ya herêma Besta ya Botanê, hevrêyên me Mîrza û Bengîn ên li ser erka xwe bûn, heta 4’ê Tîrmehê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me Mîrza û Bengîn ku ji milîtanên bijarte yên Apoyî bûn û li gelek qadên Botanê gerîlatî kirin, derbên giran li dijmin xistin, bûn fermandarên şareza yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serketinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn.
Bi sekn, wêrekî û lehengiya xwe hevrêyên me Mîrza û Bengîn wê her tim ji me re pêşengiyê bikin. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Mîrza Bargiran Nav paşnav: Mîrza Sezek Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Leyla-Îsa Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’an / Besta |
Nasnav: Bengîn Barman Nav paşnav: Kahraman Karataş Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Şukru Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’an / Besta |
MÎRZA BARGIRAN
Hevrêyê me Mîrza li nava eşîra Dudêranê weke zarokê malbateke welatparêz li Sêrtê ji dayik bû. Ji ber derdor û malbata li nav mezin bû bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Mîrza ku ciwanekî jêhatî û zîrek bû, heta lîseyê xwend. Dema ku dît, dibistanên dewleta Tirk hewl didin ciwanên Kurd asîmîle bikin û bikin Tirk, tevî ku xwendekarekî erketî bû dibistanên Tirk terikand. Hevrêyê me Mîrza ku ciwanekî xwedî huner bû, ji bezê heta bi pehlîwaniyê, ji voleybolê heta bi tenîsê kesayetekî spotvan ê serketî bû. Di heman demê de ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike ji sewalkariyê heta bi dikandariyê di gelek karên cuda de xebitî. Hevrêyê me Mîrza Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji zarokatiyê ve nas kir û di dilê xwe de xwedî hestên mezin ên welatparêziyê bû. Bala xwe li ser têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd bû. Di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir û beşdarî nava karên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Hevrêyê me Mîrza ku yekî çalak û wêrek bû, dewleta Tirk a mêtinger qirker hewl da karên wî rawestîne û di sala 2010’an de girt. Hevrê Mîrza 6 mehan li zindanê ma, di vê demê de rastiya dijmin û têkoşîna azadiyê ya gelê xwe hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dema ji zindanê derket yekser tevlî nava karên civakî bû. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, sekna xwe ya dilnizm û karakterê xwe yê ji pîvan û nirxên exlaqî li her cihî, bandor li her kesî dikir. Ji dil bawer dikir ku gelê Kurd tenê bi zanebûnê, bi pêşengiya Partiyê xwe bi rêxistin bike, têbikoşe û bi vî rengî dikare azad bibe. Bi vê têgihiştinê tevlî karên rêxistinî bû. Lê belê vê meşa çalak a hevrêyê me Mîrza careke din bala dijmin şikand, sala 2011’an 3 mehan girtî ma. Her ku zext ji dijmin didît û girtî ma hîn bêhtir şareza bû, daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê mezin kir, li dijî dijmin ti carî gav paşve neavêt. Çawa ku ji zindanê derket bêyî ku bikeve nava lêgerînek ji jiyaneke şexsî û li paş vegere, têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir. Di salên 2011 û 2012’an de ku di şerê me yê gel ê şoreşgerî de pêvajoyeke girîng bû, li Sêrtê tevlî kar bû. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ku dijminê Kurdan e sala 2012’an careke din hate girtin û 2 salan li zindanê ma. Hevrê Mîrza weke akademiyekê nêzî zindanê bû; da ser şopa Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansizan, bi vî rengî îradeya xwe xurt kir û weke şoreşgerekî bersiv da. Ti zexta dewleta Tirk nekarî serî li wî bide tewandin, nekarî ji biryara wî vegerînin. Hevrêyê me Mîrza di vê pêvajoyê de biryar da ku êdî bibe şoreşgerekî profesyonel û bû kadroyê Partiyê. Di sala 2014’an de dema ji zindanê derket, weke şoreşgerekî profesyonel tevlî kar bû. Ji karên ciwanan heta bi karên avakirinê yên civakî di her astê de kar kir. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de bi rol rabû û karê rêxistiniyê yê gelê me meşand, di nava Konseya Bajêr a Sêrtê de bi erka berdevkiyê rabrû. Dewleta Tirk a qirker hewl da pêşî li hevrêyê me Mîrza bigire û dest bi astengkirina karên wî kir. Hevrêyê me Mîrza ku ev yek dît, fêhm kir ku li qada siyaseta demokratîk êdî nikare kar bike û di 7’ê Hezîrana 2014’an de li herêma Herekolê ya Botanê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mîrza berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku Kurd bi rengekî azad lê dikarin xwe îfade bikin û bijîn, li Herekolê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû. Kesayetiya wî ya têgihiştî, hişmendiya wî ya ji çanda partiyê, tecrûbeya zindanê û karê ku berê kiribû, kir ku hevrêyê me Mîrza vê vê danheviyê zû tevlî nava jiyana gerîla bibe. Hevrê Mîrza bi gavên bi lez dest bi meşa şoreşê ya li çiyayên Kurdistanê kir, ji Berwarî heta Garisa, ji Herekolê heta Garzanê li gelek deveran kar kir. Hevrêyê me Mîrza ku li ser qadê serwer bû, tempoya xwe bilind bû, bi îrade û meşa xwe ya bi lez, wezîfeya kûryetiyê kir. Gelek hevrêyên xwe ji Botanê gihand Garzanê, ji Garzanê gihand Botanê. Li gel hemû astengiyên dijmin jî kom hemû bi serketî gihand cihên wan. Hevrêyê me Mîrza ev karê ku tecrûbeyeke mezin a gerîla jê re diviyabû, zû hîn bû, bê kêmasî bi cih anî. Hevrêyê me Mîrza ku bala xwe li ser hunera leşkerî bû, di sala 2015’an de li Botanê li ser taktîka sûîqestê tevlî perwerdeya pisporiyê bû. Bi vê perwerdeyê re hevrêyê me Mîrza li ser taktîka gerîla û teknîka şer serwer bû. Bi hêza ji perwerdeyê wergirtî, hevrêyê me Mîrza derbasî herêma Herekolê bû, li dijî êrîşên tunekirinê yên topyekûn ên dewleta Tirk a qirker, mêtinger ku 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê Kurd û Têkşoîna Azadiyê ya Kurdistanê da destpêkirin, bersiv da. Bi xurtî tevlî pêvajoya çalakiyên aktîf bû. Dema ku dewleta Tirk a faşîst bi zêdegavî ji bo qirkirinê êrîşî bajarên Kurdistanê kir, gelê Kurd dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir. Hevrêyê me Mîrza jî li Sêrtê ku lê ji dayik bû, mezin bû û bi salan karên şoreşgerî lê meşand, xwe ji gelê xwe berpirsyar hîs kir û tevlî vê pêvajoyê bû. Hevrê Mîrza ku yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana xwerêveberiyê ya Sêrtê bû, ji bo xweparastina gelê me bi pêş ve bibe, bi fedakariyeke mezin xebitî. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de berxwedana xwerêveberiyê ya li Sêrtê bi tesadûfî li roja darbeyê rast hat. Ji ber ku darbe li tevahiya Tirkiyeyê bû rojev, ev berxwedana pêngavî ya şoreşger a serketî qet nekete rojevê. Lê belê di vê pêngava şoreşgerî de beşeke mezin a bajarê Sêrtê kete destê hevrêyên me, hêzên dewleta Tirk a dagirker derbên giran xwar, gelê Sêrtê moraleke mezin wergirt û bi sedan ciwan li dora hevrêyên me kom bûn. Lê belê piştî ku şerê desthialtdariyê yê li nava sîstema dewleta Tirk gihîşt asteke cuda, hevrêyên me ji bo rê nedin provokasyonan xwe ji bajarê Sêrtê vekişandin. Hevrêyê me Mîrza weke yek ji milîtanên herî çalak û pêşeng ên vê pêvajoya berxwedanê bi rola xwe rabû û cihê xwe di dîrokê de girt.
Piştî ku ji Sêrtê vegeriya li qada Botanê tevlî nava tîmên bi tevger bû. Salekê di nava tîmên bi tevger de ma, fermandarî kir, karên girîng meşand û tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me Mîrza bi wêrekiya xwe ya mezin, bi dilê xwe yê ku tirs nas nedikir, bi pisporiya xwe ya di taktîkên gerîla de, bi jêhatîbûna xwe ya pratîkî di her çalakiyê de diyarker bû. Di Nîsana 2017’an de dewleta Tirk a dagirker li herêmên Kato û Herekolê yên Botanê dest bi êrîşeke gelekî berfireh a dagirkeriyê kir ku bi mehan dewam kir. Artêşa Tirk ku leşkerên xwe li tevahiya Herekolê bi cih kir û bi hemû teknîka xwe ya şer êrîş kir, xwest hebûna gerîla ya li vê derê lawaz bike. Lê belê bi pêşengiya yek ji fermandarên me yên nemir hevrê Egîd Garzan (Mûrat Kalko) ku fermandarê herêma Herekolê bû, li Herekolê berxwedaneke destanî ahte nîşandan û rê ji dijmin re nehate dayin. Li serê çiyayê Herekolê û labîrentên wê dijmin hate rawestandin û kirin ku dijmin windahiyên giran bide. Hevrêyê me Mîrza, ji bo derbê li vê tevgera dagirkeriyê ya dijmin a li Herekolê bixe, tevî tîma bi tevger a ku fermandarê wê bû, derbasî Herekolê bû, kete nava dijmin, bi wêrekiyeke mezin lê da û derbên giran li tevgera dagirkeriyê da. Hevrêyê me Mîrza li vê derê di şer de ji ling û milê xwe birîndar bû. Bi rojan bi tena serê xwe û birîndarî li qadê ma, li gel vê yekê jî xwe ji dagirkeran û teknîka dijmin rizgar kir û xwe gihand hevrêyên xwe. Li Bakur bi derfetên kêm, bi piştgiriya hevrêyên xwe du mehan tedawî bû. Piştî ku rehet bû careke din dest bi wezîfeya xwe kir û berê xwe da Herekolê.
Ji sala 2017’an heta 2023’an li qadên Herekol û Bestayê bi berpirsyariyên mezin rabû, pratîkeke gelekî çalak kir. Hevrêyê me Mîrza li çiyayên Botanê 9 salan bênavber têkoşiya. Bi hewldan, biryardarî, daxwaz û îradeya şoreşê ya mezin a ku di kesayetiya xwe de afirand, her astengî ji pêşiya xwe rakir. Hevrêyê me Mîrza di nava şert û mercên herî giran de bi derfetên kêm şoreşgerî kir û têkoşiya. Ji ber ku xwedî hişmendiya bilind a partiyê bû, îdeolojiya Rêbertî nas kiribû, bûbû xwedî rêbaz û tempoya Apoyî, bû fermandarekî serketî. Bû tirsa dilê dijmin ku dixwest Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê ji Bakur biavêje. Bû afirînerê çalakiyên serketî û têkoşîna encamgir. Hevrê Mîrza derfet nedît ku li akademiyên leşkerî tevlî perwerdeyê bibe, lê belê her kêliya jiyanê ji xwe re kir perwerde, bihê her kevirî û darê ji xwe re kir akademî. Di her kêliya jiyanê de xwe li ser bingeha îdeolojiya Rêbertî perwerde kir. Timî dilsozê bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bû, tecrûbeya ku ji wan wergirtibû ji xwe re kir bingeha meşa xwe ya şoreşê. Hevrê Mîrza bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, Rêbertî, gel û têkoşînê her kêlî, her saet; 9 salan di nava şert û mercên Bakur de gerîlatî kir, fermandarî kir. Milîtanê Apoyî yê bi rengekî derwêşane jiya, fermandarê leheng hevrê Mîrza 4’ê Tîrmeha 2023’an li Bestayê di êrîşa dijmin de tevî hevrê Bengîn şehîd bû.
BENGÎN BARMAN
Gelê me ku di dîrokê de bi îfadeya xwe ya azad, ziman, çand û nasnameya xwe hebû û bi cografya Kurdistanê ya qedîm re bû ye, li hemberî êrîşên li ser hebûna xwe eti carî serî netewand, pişta xwe spart çiyayên xwe, ew der kir navenda berxwedanê, li dijî dagirkerî û dagirkrean têkoşiya. Ev çanda berxwedanê jî bi rêya dengbêjan gihand nifşên nû û bê yekê jî xeteke têkoşînê ya bênavber a li Kurdistanê bi xwe re anî. Ji ber ku hêzên emperyalîst ji bo serweriya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn xaka bi hezaran salan a gelê me bi sînorên çêkirî ji hev qut kir, serdemeke nû ya serhildanê rû da, gelê me li hemberî pîlanên qirêj ên mêtingeran serî netewand û careke din dest bi berxwedanê kir. Li hemberî êrîşên îmha, înkar, asîmîlasyonê yên herî bêrehm ên dîrokê, gelê me ku hebûna xwe ketibû bin xetereyeke mezin, bi partiya me PKK’ê re ya bi pêşengiya Rêber Apo careke din bi rengekî bi heybet derkete ser dika dîrokê. Nasnameya Kurd a azad ku bi betonê hatibû nixumandin, bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re jinûve vejiya. Rêber Apo ku mîrateya dîrokî ya berxwedana qedîm dewr wergirt û gelê me gihand xeta serketinê, têkoşîna me xurt kir ku têk neçe, bi rastiya gel ê şerker gelekî serhildêr afirand.
Agirê berxwedanê yê PKK’ê bi Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re derba mezin a destpêkê li mêtingeran xist, ji bajaran ber bi deştê, ji deştê ber bi çiyayên qedîm ên Kurdistanê bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd geş bû. Têkoşîna me ku şehîdên me yên nemir li gel zor û zehmetiyên mezin xwîna xwe dilop dilop rijandin û emzin ikrin, bi çirûskên destpêkê yên berxwedanê re bandor li gelê me kir û coşeke mezin da gelê me ku di bin êrîşên qirkirinê de bû. Gelê me ku ji berxwedana dîrokî ya gerîla hêz wergirt, şehîdên me yên têkoşînê bi serhildanan pêşwazî kir û hembêz kir. Yek ji navendên me yên destpêkê ku di salên 1990’î de çanda serhildanê lê rû da û berxwedana me girseyî bû, bajarê Mêrdînê, bi rengekî hêja xwedî li xeta berxwedanê ya dîrokî derket û bi PKK’ê re gihand asta herî bilind. Di 14’ê Adara 1990’î de li Girê Şêra ku navendeke berxwedêran e û li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye, piştî berxwedaneke mezin gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn. Xelkê me yê Mêrdînê ji bo xwedî li gerîlayên ARGK’ê derkeve rabû serhildanê û li Kurdistanê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gelê me ku bi ruhê xurt ê PKK’ê re bû yek, pêl bi pêl ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û ala têkoşînê ya nemiran her tim bilind kir.
Hevrêyê me Bengîn jî li Mêrdînê ku bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re bû yek ji navendên kevneşopiya serhildanê û berxwedanê ya Kurdistanê, li gundê Barman ê welatparêz ê Stewrê ji dayik bû. Nasnameya destpêkê ya hevrêyê me li nava derdoreke welê ava bû ku bi xurtî bi kevneşopiya Kurdistanî dilsoz bû, dûrî sîstema kapîtalîst cewhera xwe parastî bû. Hevrêyê me li nava malbateke kedkar mezin bû ku debara xwe bi sewalkariyê dikir, bi xwezaya Kurdistanê ya mîna bihuştê re di nava have de bi kilamên ji bavê xwe guhdarî dikir dîroka têkoşîn û berxwedanê ya qedîm a gelê me hîn bû. Kilamên ku li dilê xwe neqişand, bandoreke mezin li hevrêyê me Bengîn kir û ew bi xwe jî bû nûnerekî çanda dengbêjiyê ya qedîm. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, li hemberî mêtingeran bû xwedî hêrseeke mezin. Hevrêyê me ku bi xwezaya dewlemend a Kurdistanê re mezin bû, zû bû xwedî hestên xurt ên welatparêziyê. Hevrêyê me Bengîn ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve dişopand, bi bandora çîrokên gerîla yên efsanewî hestên xwe yên kûr di kilam û helbestên xwe de nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya pak û berpirsyar, di nava xelkê Barmanê yê welatparêz de bû cihê hezkirin û hurmetê, hîn di zarokatiyê de dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo bîranîna kekê xwe Seyîtxan Karataş ku dema ji bo azadiya gelê me têkoşiya, ji ber teqîna mayineke artêşa Tirk a mêtinger di sala 1997’an de şehîd bû, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê hemûyan soz da û li ser bingeha bilindkirina ala têkoşînê ya şehîdên me di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Li xaka lê ji dayik bû û mezin bû, bi serbilindî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, pratîka xwe ya destpêkê jî li Bakurê Kurdistanê kir. Hevrêyê me Bengîn girîngiya vê şensê baş zanîbû û di nava şert û mercên herî zehmet de di nava pratîkê de hîn bû, şareza bû û bû yek ji hevrêyên me yên fermandar. Hevrêyê me tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Mêrdînê wergirt, salên dûr û dirêj lê ma û derbasî herêma Botanê bû. Di serî de Besta û Gabarê li her bihosta Botanê gerîlatî kir û bi çalakiyan derbên giran li dagirkeran xist, ruhê serketinê yê serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêyê me Bengîn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger tevî hevrêyên xwe li eniya herî pêş bersiv da, taktîkên gerîla yên dema nû bi serketî xiste pratîkê, weke gerîlayekî şareza di şer û jiyanê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di nava şert û mercên herî giran de bi çalakiyên serketî derbên giran li dagirkeran xist û her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi serketî derbas kir. Hevrêyê me Bengîn 5 salan li navenda Bakurê Kurdistanê Botanê li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd pratîkeke serketî meşand, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên li akademiyê û pisporiya leşkerî asta xwe ya têgihiştinê kûrtir kir, liq ada îdeolojîk xwe gelekî kûr kir. Hevrêyê me felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyanê, tiştên hîn bû hem hînî hevrêyên xwe kir, hem jî di nava jiyanê de nîşan da. Li her qada ku lê ma bi tevlîbûneke xurt a li jiyanê û hestên hevrêtiyê li pêş bû. Bi kesayetiya xwe ya bi coş û moral, bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Hevrêyê me Bengîn xwe li pêşberî şehîdan û gelê me yê bindest timî deyndar didît, xizmeta ji bo partiya me û gelê me ji xwe re kir bingeha jiyanê, bêrawestan têkoşiya û her tim hîn bêhtir xizmet kir. Bi kilam û helbestên xwe yên ji hevrêyên xwe re digot, êşa gelê me, berxwedanên dîrokî û serketin dianî ziman. Bi kesayetiya xwe ya pir alî di gelek qadên cuda de bû pispor. Hevrêyê me dema ku li qada Metînayê pratîk dikir, careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li xaka pîroz a Botanê ji bo pratîkê bike her tim israr dikir. Di encamê de jî weke fermandarekî vegeriya Botanê, weke milîtanê dem û cihên herî zehmet her tim li eniya pêş cih girt. Bi kesayetiya xwe ya samîmî, ji dil, cewherî û kedkar wezîfeyên krîtîk hemû bi serketî bi cih anî. Derbasî herêma Botanê bû, li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû, hêrsa xwe di şer de nîaşn da û bi rêbaza tîmên bi tevger pratîkeke serketî kir.
Hevrêyê me Bengîn ku ewladê leheng ê Barman a welatparêz e, ku vê herêma me bi dehan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye û gelek şehîd daye, di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de zû bi pêş ket, bû milîtan û fermandar. Hevrêyê me Bengîn di jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser xeta fedaî meşiya, ji bo me hevrêyên xwe jî mîrateyeke têkoşînê hişt ku nayê jibîrkirin. Weke şopdarên fermandarê me yê ciwan Bengîn ê fedaî, em ê ala wî ya berxwedanê teqez bi ser bixînin.”