REQA – Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên dawî jinên ciwan li Reqa bi awayekî domdar perwerdê ye silah li dar dixin. Li dijî êrişên dagirkeran jinên ciwan ji bo dayikên Reqayê di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji bo xweparastinê di malan de perwerdeya çekan organîze kirin. Di perwerdê hem semîner derbare Şerê Gelê Şoreşgerî bi zimanê erebî hate dayîn hem ji jinên ciwan û dayikên di perwerde de jihevxistin û komkirin çekan bûn. Jinên ciwan dan diyar kirin ku bi şerê gel ê şoreşger ew ê tevahî êriş û planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.