MINBIC – Kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” di dawiya meha Adarê de ji raya giştî re hate ragihandin. Ji wê demê ve jinên ciwan ketin tevgerê. Yekîtiya Jinên Ciwan li seranserê Rojava ji bo xurtkirina kampanya her roj çalakiyên cuda lidarxin. Li Minbicê jinên ciwan ji bo xêzkirina dîwêr hatin cem hev. Nivîsa kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi awayekî rengîn li dîwêr hat xêzkirin. Nivîs bi zimanê erebî û kurdî hatiye boyaxkirin. Herwiha logo ya Yekîtiya Jinên Ciwan hatiye boyax kirin.
Jinek ciwan a ku beşdarî xêzkirin bû wiha nirxand: “Me bi xêzkirina dîwêr xwest ku rengê jinên ciwan li her derê hebe. Ji ber vê yekê em ê di demeke nêz de komxebatek di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li dar bixin.”