KOBANÊ – Jinên Ciwan li Kobanê ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber APO pêşangeheke pêşkêş kirin. Pêşangeh di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat li darxistin û ji bo her kesî re vekirî bû. Di pêşangehê de gelek wêneyên şehîdan û berhemen din ku bi destan hatibûn çêkirin hatin pêşkêşkirin.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ya Kobanê wiha axivî: “Navê min Nayla ye. Wek jinên ciwan me pêşangehek ji bo bîranîna şehîdên li dar xist, bi taybet bi nêzîkbûna 14’ê Tîrmehê re, me xwest şehîdên berxwedana zindana Amedê bi rêz bigirin. Her wiha me xwest bi pêşengehê balê bikşînin ser berxwedana gerîla ya li çiyayan. Dijmin bi çekên kîmyewî şerekî bêexlaq dimeşîne, gerîla li hemberî van êrîşên hovane berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Lê berî her tiştî, em dixwazin bal bikşînin ser tecrîdê li ser Rêber APO. 2 sal zêde me tiştek ji Rêber APO nebihîstiye. Heta Rêber APO ji aliyê fizîkî ve azad nebe em ê weke jinên ciwan her tim li ser piyan bin.”