NAVENDA NÛÇEYAN – Nisêbîn ew dayîkaye ku bi sedêslane,di berê xwe de ewladên egîd û qehreman diwelidîne,wek mîna xwe esîl nivşan li pey nivşan ji bo rzgerkirina dayîkniştîmane xwe kurdistan mezin dike.Ji ber wêye ku ev nivşên zarok hîna ji biçûktiya xwe de dibin tirsa dilê faşîstên li enqereyê,çiqas ji nedîtî ve bên jî lê hevalbendên şaristaniya koledarî,qirkirin û talanê,ji çîrokên berxwedaniya zarokên nisêbînê bê zarin.Belê li nisênîna xweragir û berxwedêr di sala 1988 de zarokekî bi şan ji dayîk bû,dihat gotin berxê çê ji berkozê de diyare,ew jî wiha bû hîna ji zaroktiyêve çav li serbûn,Ew qeremanê kurdistanê bager ango lewend qamîşlo bû.Lewendê qehreman di biçûktiya xwede lingekî wî seqet dibe, di meş û tevgerê de zehmetê dikşîne,lê eşqa jiyanê ewqas di dilê wî de kûr û bilinde vê yekê ticarî li pêş xwe nake asteng.Ew jî mina her zarokekî kurdistanê çavê xwe li zilm û zordarî û komkujî û feqîrtî û bêzariya ku dagirker li ser gelê kurd dimeşînin vekir, hîna ji zaroktiya xwe ve dît ku dagirkeran mafê jiyanê ji wî û tvahî zarûkên kurdistanê standiye ,mafê xwen û xeyal û pêşerojê bi tevahî desteserkirê ye, lewra ew bi keviran bi bi polîs û bedena faşîzma tirk dikevin.Jiyana derbiderî jiyankir ,xwendin nekarî di mercên guncavde û bizimanê dayîkê bibîne, kar û îş ji ber polîtîkayê bêkariyê û talanê nekarî bi hêsanî peydabike,lewra şehîd lewend riya jiyanê di rizgarkirina kurd û kurdistanê de dibîne.Ew di nava bajaran de di nava xebatan de cih digre ,piştî demekê xebata li bajaran tîna wî naşkêne vê carê beryar dide ku tevlî refên gerîlayên azadiyê bibe,lê belê heval daxwaza wî napejirînin dibêjin gerîlatî ji tere zor, ji ber ku lingekî wî seqetbû,lê ew ji ya xwe nayê xwarê her îsrar dike dibêje ez dikarim bibim gerîlayekî azadiyê , dibêje ti tişt nikare li pêş min bibe asteng lingê min jî di navde lê heval qebûl nakin serî li gelek cih û kesan dide bi înadek û daxwazek gelek mezin ,lewra wer dike ku daxaza wî bê pejirandin û berê xwe dide çiyayên kurdistanê.
Piştî perwerdeya şervanên nû ji ber astengiya lingê wî vesaziya wî li derveyî qada leşkerî çêdibe lê ew qebûl nake û bi înadek mizin di gerîlatê de îsrar dike,dibêje ez hatime ji bo gelê û welatê xwe şerbikim,li vir jî îsrara xwe ya mezin bi ser dixe dide nîşan ku ti tişt li pêş vîn û îradeya wî ne astengin ,vesazî tabûrek HPG dibe û li wir hevaltiya wî bi şehîd serhed re destpêdike.Di sala 2011 an de dema ku şoreşa rojava destpêdikir,di heman tabûrê de şehîd lewend û şehîd serhed berê xwe didin rojava,û di hembêza qmîşlokê xûşka nisêbînê de bi cihdibin û wiha evsaneya van dû lehengan destpêdike.Di serî de li taxa qudurbeg û li tevahiya qamîşlo şehîd lewend tevî zehmetiyên bedenî ku ji ber lingê xwe dikşan , lê bi eşqa azadê ,bi berpirsyartiya mezin ya şoreşê bêyî ku biweste bi lez û tevgereg mezin,bi coş û moral û devkeniyek herî bilin ew mîna bahozeke azadiyê li nav ciwanan û malbatan kolan bi kolan mal bi mal digeriya û her kes radikir serpiyan,rêxistindikir û perwerde dikir.Bi vî awayî bi hezaran kes xiste tevger ,ciwanjî xistin nav rêxistin bûnê û bi vî awayî mil bi milê hevalên xwe serhed û seydo bûn kelemê çavên dujmin û xayînan û kolanên qamîşlo kirin gora hesabên bi dehan dewletan ku dixastin kurdan bikin qurbanê pilanên xwe.Wek gerîlayek HPG wî gelek erk bihevre bi rêve dibirin,di ser de jî erka xwe ya gerîlatiyê ,ewî bi sedan ciwanê qamîşlo li ser hîmê çanda apoyî avakirin û di malan de perwerdekirin û bi vî awayî di avêtina bingehê YPG û YPJ de bi rola sereke rabû.Ji ber wê jî gel û ciwan û hêza leşkerî xwe deyndarê keda wî ya pîrozdibînin û ji bo xwe wek pêşeng esasdigrin.Piştî ku şoreşa 19 tîrmehê pêkhat û dujmin û xayînan berê çeteyên xwe dan serêkaniyê,şehîd lewend vê carê jî bi îsrara xwe di refên pêş yên lehengên kordan, şervanên rêber apo û fedayîyên gelê kurd de cihgirt û serêkaniyê veguherandin qesabxane û guristanê ji bo xayîn û çeteyên dagirkeran,bê navber westan ,tev kêm hejmarê û bê îmkaniyê wî bi hevalên xwere êrîş li ser êrîşê dibir ser çeteyan ,lewre bi êrîşeke soyqastî di 19 çile sala 2013 de li serêkaniyê şehîd dibe û bi vî awayî.soza xwe bi serdixîne û jiyana xwe tevahî di oxira rizgariya kurdistanê û azadiya rêber apo de fedadike.Îro jî ew û hevalên xwe yên sozê û şoreşê,serhed û seydo, vane li gorstana şehîd delîl saroxan mil dane milên hedû û riya bi sedhezaran ciwanên kurdistanê ronîdikin.