HELEB – Li hember nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêberê APO, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cuda li ketin. Jinên ciwan ên li Helebê jî li dijî gefên li ser Rêber APO çalakiyan organîze dikin. Îro bi pêşengtiya jinên ciwan di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” xwepêşandanêk girseyî hate li dar xistin.
Bi sedan ciwan û jinên ciwan beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşiya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û li taxê Xerbî sekinî û li wir di destpêkê de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre endama Jinên Ciwan ên Helebê Hêva Bekir axaftinek kir: “Em îro li vir kom bûne ku balê bikşînin ser rewşa tenduristiya Rêber APO. Dijmin difikire ku dikare bi nameyên gefxwarinê gefan li Rêbere bike. Dijmin bila bizane ku em ê tehemûla tu gefan li ser Rêberê xwe nekin. Bi taybetî jî weke jinên ciwan heta ku rêberê me fîzîkî azad bibe em ê her roj li kolanan bin.”
Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” û “Em ê tola xwe bi şoreşa jinê hilînin” hatibû vekirin. Wekî din, wêneyên mezin ya Rêber APO ve hatin hilgirtin. Xwepêşandan bi dirûşmeyên “Bimre îxanet” û “Bijî Rêber APO” bi dawî bû.