SILÊMANÎ – Kampa Jineolojî a ciwanan di bin nave Şehît Delal Şoreş de bin siwana pêngava “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” hat vekirin. Jinên ciwanên Başur di vê kampê de bi nêrîna Jineolojî re hatin gel hev.
Bernameya kampê wiha bû;
• Semînerên; Jin kiye? Wate û giringiya Jineolojî ji bo jinên ciwan çiye?
• 2 atolye yên derbarê pirsgirêkên jinên ciwan li Başur û riya têkoşînê beramberi zilamsalarî pêwiste çawa be û xwebun, etîk û estetîk.
• Teknîka xwe parastin û bernameyên werzîşê.
• Semînera Anatomiya jin û Tenduristî
• Sînevîzyon û film temaşe kirin.
• Dansa Zumba
• Sêva bi mêxik çêkirin.
• Pêşbirka zanistê.
Her wiha di nav kampê de ji bo jinên ciwan xwe nas bikin cur be cur lêyîstok hatin lîstin. Taybet ji bo jinên ciwan çanda Kurdewarî hîs bikin atmosferekî wiha hat dîzayn kirin. Divê kampê de ji bo jin hêza xwe ya pir alî bibîne di mile hunerî, werzîşî, fikrî, zanistî û estetik de bername hat li derxistin.