NAVENDA NUÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr got, “Çawa ku polîtîkaya îmhayê ya dewleta Tirk a faşîst li zindanên Amedê bi agirê serhildanê yê Mazlûm Dogan qediya, îro jî wê bi heman rengî be. Me silavên Kemalê Laz şand ji gardiyanên faşîst ên êşkencekar û em ê vî tiştî bidomînin. Heta tecrîda li Îmraliyê û zextên li ser girtiyên siyasî were rakirin, wê çalakiyên me bidome. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin, werin tevlî nav me bibin, em Kurdistanê li wan bikin dojeh. Em şehîdên berxwedana zindanê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em têkoşîna xwe bigihînin serfiraziyê.”
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr têkildarî çalakiyên ku kirine, ev daxuyanî da:
- “Di 4’ê Tîrmehê de li Nisêbînê wesayiteke qeyyûmê AKP’ê hat şewitandin û wesayît kete halekî ku nayê bikaranîn.
- Di 10’ê Tîrmehê saet 07:00’ê sibehê li Sîlîvriyê ya Stenbolê yekîneyên me gardiyanekî êşkencekar ê Girtîgeha Sîlîvriyê şopand û dema ku 10 kîlometre ma ji girtîgehê bi çekê li gardiyan da. Gule li mil û pêyê gardiyan ket û birîndar bû.
- Di 11’ê Tîrmehê de bi şev saet di 01.20’an de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê dema notirvan bi polîsan re dewriye digerandin, hêzên me ji du milan ve bi çekan û bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, li wan dane. Hate tespîtkirin ku di vê çalakiyê de polîsek û notirvanek birîndar bûye.
- Di 11’ê Tîrmehê de yekîneyên me li navçeya Soke ya Aydinê li dijî febrîqeyeke kozmetîkê ya endamê AKP’ê yê faşîst Yunus Ozel û 7 wesayîtên luks ên vî kesî, çalakiyek li dar xistin. Fabrîqe bi teqemeniyên bi destan hate şewitandin û kete halê ku êdî nayê bikaranîn. Di heman demê de wesayît jî hatine şewitandin. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi selametî ji qadê vekişiyane.
- Di 12’ê Tîrmehê de li Serdîvana Sakaryayê 2 wesayîtên luks ên faşîstên MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
- Di 12’ê Tîrmehê bi şev saet di 02.30’an de yekîneyên me li navçeya Manavgatê ya Antalyayê bi molotofkokteyl û teqemeniyên bi destan li marketeke BÎM’ê dan. Market di nav agiran de ma û xisareke mezin gihişt marketê.”