HESEKÊ – Îro bi hezaran ciwan û jinên ciwan ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna 11. salvegera Şoreşa Rojava û şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê yên faşîst li dijî Rêber APO li Hesekê mitîng hat li derxistin.
Ciwan li ber diwara Kevoka hatin cem hev û heta Parka 4’ê Nîsanê meşiyan, piştî meşê mitingekî hat liderxistin. Beriya ku miting bê destpêkirin di şexsê şehîdên şoreşa Rojava de ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêzgirtin hate girtin. Li ser navê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Hesen axifî û piştî axaftinê sitranên şoreşgerî hatin gotin û ciwanên bi çoş û moraleke bilind gowend listin û ji bo fizikî azadiya Rêber APO slogan avêtin.
https://youtu.be/uvpRFZqXuXs
Di çalakiyê de jineke ciwan a Erep derket li ser dikê û diyar kir ku ew bi pêşengtiya malbata xwe tevlî tevgera şoreşger a Kurdistanê dibe û rêya Rêber APO bişopine. Ciwanên ku amade bûn bi coşeke mezin slogan û çepikan jinên ciwa pîroz kirin.
Ciwanêk bi nav Hîlal Ali jî ajansa me re axivî û şehîdên şoreşa Rojava bibiranî, her wiha girîngiya vê çalakiyêanî li serziman. Û behsa serkeftinên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga tekoşînê kir.