ŞEHBA – Di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê de ji bo salvegera 41yemîn a berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982an û rewşa Rêber APO civînek ji ciwan û jinên ciwan ên herêma Efrînê re hat lidarxistin. Civînê di bin dirûşmeya ” BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DÎWARÊ ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADIYÊ SER BIXIN “de dest pê kir.
Destpêkê axaftina pêşwazîkirinê ji aliyê dîwan ve hate kirin,piştî axaftin bi dawî bû deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate girtin,her wiha perspektîvên serokatî bi zimanê erebî ji aliyê heval Nacî Selemê ve hatin xwendin. Piştî ku xwendina perspektîvan bi dawî bû,senefizyonek 20 deqe li ser çalakiyên fedayî yên 14’ê tîrmehê hat temaşekirin.
Piştî ku senefizyon bi dawî bû nêrînên di derbarê mesaca berxwedana 14ê tîrmehê ya 1982an li zîndana Amedê pêkhatiye de hatin kirin,her wiha ji aliyê dîwan ve axaftin hat kirin,di axaftinê de ji bo têkbirina faşîzma dewleta tirk a dagirker behsa erk û misyona ku dikeve ser milên ciwan û jinên ciwan ,xwedîderketina li berxwedana 14’ê tîrmehê û xwedîderketina li felsefeya rêber APO,her wiha bilindkirina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO perspektîv hatin dandin,ji aliyê ciwanan ve mesac hat dayîn ku berxwedana 14’ê tîrmehê roja pîroz a rojhilata navîn e.
Di dawiyê de bi van perspektîvan soza bilindkirina tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO û şopandina xeta berxwedaniya 14’ê tîrmehê ,di bin silogana “BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DÎWARÊ ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN,CENGA AZADIYÊ SER BIXIN” civîn bi dawî bû.