REQA- ev bû demeke agahî ji Rêber Apo nayê girtin dewleta tirk a dagirker gefên li ser Jîyana Rêber apo dike û ev bû nezî bîst û pênc salin di Tecrîdekî girande Berxwedanîya Dîrokî dimeşînê. Di vê çarçoveyê de ajansa me der barê tecrîda li ser Rêber Apo û gefên li ser Jîyana wî de hevpeyvîn bi Ciwanên Ereb re kir.
Li ser navê Meclisa Werzîşê ya bajarê Reqayê Necwa Ebû El-Zer axivî û wîha got:
Em vê Gefên li ser Jîyana Rêber Apo şermezar dikin, heta ku ji destê me tê em ê hewl bidin ku faşîzma tirk planên xwe pêk neyne. Rêber Apo Rêberê azadiyê ye, Rêberê gelan e, em weke tevgerên ciwanan li dijî vê mijarê tişta ku ne pêkan e bikin, em ê ti carî qebûl nekin. Tişta ku ji destê me tê, em ê ji xwe re peyamek bihesibînin, em tevgerên ciwanan in, em bi van gotinan têr nabin. Tevgerên ciwanan li hev bikin û em hemû bi hev re li dijî faşîzma Tirk li dijî komploya li ser Rêber Apo rabin. Peyama ji me re tê, ez jî peyamê ji faşîzma Tirk re dişînim. Bi Tehdîd kirina Rêber Apo em razî nebin û heta ku Azadîya fîzikî ya Rêber Apo mîsoger nebê em bêdeng nabin.
Piştre Ebdulrezaq El-Şeleş ji li ser navê Meclisa Werzîşê ya Reqayê axivî û wîha got:
Helbet piştî komploya navneteweyî, ku li ser Rêber Apo tê meşandin, beriya çend rojan jî mijara ewlekariya Rêber APO ket nîqaşê em wekî meclîsa werzîşê ya Reqa yê van kiryarên dewleta tirk derbarê Rêber APO de şermezar dikin ev kiryar mudexeleya dewleta tirk a faşîste
Di dawiyê de li ser navê Rêverberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa yê Sena Îbrahîm ji mera axivî û got
Em weke jinên ciwan hê jî bi ser ketine, kampanya me hê jî bi ser dikeve. Çalakiya me hê jî didome, me kampanya da destpêkirin. Kampaniya Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
dersên hişyariyê ji bo jinan ku rola bingehîn a jinê nîşan didin û zelal dikin û rola xwe di nav saziyên li malê de bi zarokên xwe re baş dilîzin.. dayîna dersên hişyariyê li dijî zewaca di temenê biçûk de. Bi taybetî jî li ser rola jinê, azadiya wê û têkoşîna wê ya di çarçoveya projeya xwerêveberiyê de , tevî ku Rêbertî bîst û pênc sal in li pişt dîwaran di girtîgeha Îmraliyê de ye jî, ev du sal in agahî jê nayê girtin. Di nava van hemûyan de tişta ku dewleta faşîst a Tirk digihîne wî, kuştin e, gef û zordariya li ser Rêber Apo ye, ji ber ku ew mirovên bi rihê lawaz û ji kuştinê pê ve tu rê nadin.Em weke yekîtiya jinên ciwan bang dikin. li hemû rêhevalên jin, hemû tevgerên jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî kampanya Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî, bibin