NAVENDA NÛÇE – Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku 1. Konferansa Ciwanên PKK’ê bi şîara “Em bi ruhê Apoyî xwe nû bikin û di şerê azadiyê de bi ser bikevin” hat li derxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em weke Tevgera Ciwanên Apoyî yekemîn Konferansa Ciwanên PKK’ê bi coş û serbilindiyeke mezin radigihînin. “Koordînasyona Komalên Ciwan ku bi axaftinê dest pê kir, diyar kir ku wan konferans pêşkêşî Şehîd Rizgar Karasungur ê ku di berxwedana Zapê de bi qehremanî şer kir û şehît ket kir in. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku asta têkoşîna tevgera ciwanan, erk û berpirsyarî, rastiya xeta Apoyî û asta pêkanîna xeta Rêber Apo bi rojeveke sereke û taybet hatine nirxandin. Di daxuyaniya der barê konferansa 9 rojan de hat dayîn de hat gotin, “Em bawer dikin ku konferansa me perspektîfa demê zelal dike, di her hevalekî me de guhertin û nûbûnê dide destpêkirin û heta dawiyê rê li ber serkeftinê vedike. Em ê soza xwe ya ku me daye Rêber APO, şehîdên şoreşê û gelê xwe bi cih bînin û em ê serkeftinan pêkbinin.” hat gotin.
Daxuyanî wiha ye:
‘’BI RIHÊ APOYÎ XWE NÛ BIKIN, CENGA AZADIYÊ SERBIXIN”
Em wek Tevgera Ciwanên Apoyî lidarxistina Yekemîn Konferansa PKK’ê Ya Ciwanan bi dilşadî û serbilindiyek mezin radigîhînin. Konferansa me bi beşdarbûna 40 delegeyên ji çar aliyê Kurdistanê û dervî welêt bi dirêjiya 9 rojan dewam kir. Konferansa me bi nîqaşên gelek gîrîng, nirxandin û dahûrandinên gelek watedar û berhemdar ve bi rê ve çû, xwe gihand asta biryardariyeke dîrokî û bi serkeftî hate encam kirin. Bi vî boneyî em konferansa xwe di serî de li Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê, tevahî ciwanên şoreşger ên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û li tevahî hevalan bi dil û can pîroz dikin. Wê ev konferans teqez bibe malê dîrokê û di riya şoreşa azadiya Kurdistanê de bibe çavkaniya serkeftinê.
Bêguman yê ku hişt ev derfeta çêkirina konferansê ava bibe, şehîdên me ne. Konferansa me bi saya xwîna wan lehengan pêkhat. Têkoşîn û berxwedaniya me di bin ala ku şehîd bilind kirine de dimeşe, geş dibe û dibe heqîqetekê têknaçe. Şehîdên me riya me ronî dikin û tarîtiya faşîzmê bi berdelên giranbûha diçirînin. Em vî rastiyê tu carî ji bîr nakin û tu wextê nadin ji bîr kirin. Li ser vî esasî di şexsê Ş. Baran Mawa, Ş. Mahîr Botan, Ş. Axîn Mahîr Dîcle, Ş. Hûseyîn Firat, Ş. Bawer Agir, Ş. Firat Çîçek, Ş. Vîyan Serhed, Ş. Akîf Yilmaz, Ş. Evîn goyî, Ş. Raperîn Amed, Ş. Sara, Ş. Ruken her wiha di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê de tevahî şehîdan bi rêzdarîyek mezin bi bîr tînin, bejna xwe beramber bîranîna wan ditewînin û carek din soza ku me dayî wan nû dikin. Her wiha em vê konferansê ji Ş. Rizgar Karasungur ê ku di destana berxwedaniya Zapê de bi seknek heybet çû ser dijmin û bi derbên mezin lêdanê ve tevlî refên karwanê şehîdan bû re diyarî dikin.
Em wek Tevgera Ciwanên Apoyî pêşengtiya doza azadiya gelê xwe dikin. 8 salê dawî di vî oxirê de cengek mezin û berxwedaniyek bêhempa hate jiyîn. Her salek, her rojek û her kêlîyek vî demê awarte bû. Dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker bi navê ‘plana çongdanînê’ konseptek topyekun a tasfîyekirinê da meşandin. Bi tasfîyekirina tevgera me ya azadiyê PKK’ê re xwestin gelê Kurd ji qirkirinê derbas bikin. Ev konsept di serî de li Îmraliyê li dijî Rêber Apo xistin meriyetê. Tecrîdek mutleq û pergalek îşkenceya psikolojîk ji her demê zêdetir ferz kirin. Gav bi gav ev êrîşana berbelavî tevahî Kurdistanê kirin. Dijminê faşîst di vê oxirê de tevahî derfet û hêza xwe ya siyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk seferber kir. Her wiha hevkar û xayînên Kurdistanê kirin lingek esasî ya vê konseptê. Çi rêbazên qirêj, wehşîyane û bê exlaq hebin hemûyan ceribandin. Şerekî taybet û psîkolojîk 24 saet bênavber li ser gelê me, li ser jinan û li ser ciwanan dan meşandin. Li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê her cure çeken qedexekirî yên taktik nukleer û gazên kîmyewî bi awayekî rojane bêserûber bi karanîn. Di encamê de armanc kirin ku Rêber APO bêdeng bikin, gerîla tasfiye bikin, gel teslîm bigirin û ciwanan bikin dijminê doza xwe. Wisa hesab dikirin ku ev konsepta tasfiyekirinê hetanî 2023’an bibin serî û bi vî re di sedsaliya Lozanê de xwe bigihînin sînorên Mısak-ı Milli û li Rojhilata Navîn hegemonya xwe îlan bikin.
Lê ev hesabê wan weke gellek caran di dîroka têkoşîna 50 salên dawî de carekê din şaş derket û hate vala derxistin. Di serî de Rêber APO Imraliyê veguherand kelehekê berxwedanê û weke artêşekî bi heybet li beramber van êrîşan sekinî. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedayîtiyekê ku di dîrokê de mînaka xwe tune ye destanên lehengiyê nivîsandin û şerekî şoreşgerî yê bêhempa pêşxistin. Li ser vê bingehê jin, ciwan û gelê me yê welatparêz xwedî li rûmeta xwe derketin, îradeyek ji pola raberkirin û kirasê teslîmiyetê çirandin. Ango li beramber êrîşên topyekun bi hemû dijwariya xwe berxwedanekê topyekun pêşket û rêjîma faşîst û qirker anî qonaxa rûxandinê. Carekê din heqîqeta Rêber APO û PKK’ê ku têknaçe xwe piştrastkir. Piştî van 8 salên dawî ya tijî têkoşîn û berxwedanî bi van rojevên dîrokî re derfetekê vî rengî ya konferansê avakirin bi serê xwe ji bo me gellekî watedar bû.
Konferansa me xwe di encama şer, têkoşîn û pratika van 8 salên dawî de girte dest. Di encama pratîkek wisa, her wiha têkoşîn û berxwedaniya ku rejîma faşist a Erdoğan-Bahçeli aniye ber rûxandinê de me di vê konferansê de hewilda rewşa têkoşîna xwe li çar aliyên Kurdistanê û dervî welêt li ber çavan re derbas bikin. Me kir hedef nebesî, kêmasî û şaştiyên di nav demê de hatine jiyîn bi rexne-rexnedayînekê Apoyî sererast bikin, li ser esasî guhertin û veguhertinekê bingehîn, li gorî ruhê demê nûbûnê pêşbixin. Şiyara konferansa me “BI RUHÊ APOYÎ XWE NÛ BIKIN, CENGA AZADIYÊ SERBIXIN!” navnîşana wê ye. Bi vî awayî tevahî naverok, nîqaş, nirxandin, pêşniyar û biryarên konferansê hatin destgirtin û pêşxistin. Ev erkên konferansê qasî ku jiyanî û dijwar bûn jî, em bi dilrehetî dikarin bêjin ku bi awayek serkeftî hate pêk anîn. Di dawî de her hevalek bi rexnedayînên kûr û biryarbûnek bêdawî helwestên xwe yên serkeftinê raber kirin. Me carekê din û ji nûve bawerî û rihê ku bi serkeftinê ve kîlît bûye ji bo xwe kir pisûla. Li ser encamên konferansê em ê xwe daîmî nûbikin û li her derê û her demê erkên şoreşê bi cîhbînin.
Konferansa me li beramber heqîqet û xeta Rêber Apo asta têkoşîna tevgera ciwanan, erk û berpirsiyartiyên me û asta pêkanîna xeta Apoyî bi rojevek sereke û taybet nirxand û gîhîşt encamên girîng. Wekî ciwanên Apoyî bi rastî jî divê em Rêbertiya xwe bi her awayî, ji her alî ve pir baş lêkolîn bikin, li ser lêhûrbûn bikin û her tiştî ji Rêber Apo fêr bibin. Di hemû pirsgirêk û mijarên me yên jiyan, têkoşîn û şoreşê de Rêber APO dibe rênîşana çareseri ye. Ji fêmkirina dijmin bigire heta tarz û rêbazê rast ê afrîner, hemlegerî û têkoşer, ji têkoşîna cins û çînî bigire heta avakirina kesayeta milîtan, ji xwenaskirinê û xwe dahûrandinkirinê bigire heta xwe bênavber nûkirinê Rêber APO mînaka wê ye û îspata wê ye. Rêber Apo tevî tecrîdek mutlaq û girankirî dîwarên Îmraliyê qelîşand, derbas kir û paradigmaya xwe gihand mirovatiya azadîxwaz. Ev rastî bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê carekê din bi awayekî herî zelal berbiçav bûye. Rêber Apo dibêje, “parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im.” Bi vê nêrînê Rêber Apo him xwest nêzikatiyên me yên şaş sererast bike ango rexne bike him jî çavkaniya herî mezin a hêzê destnîşanê me bike. Li Imraliyê, di şert û mercên herî dijwar, zor û zehmet de, di hucreyekî yek kesî de, bê derfet û îmkanan, di nava tecrîdekê mutleq de Rêber APO fikir û felsefeya jiyana azad bi pêşxist, paradîgmaya têkoşîna sosyalîzmê li ser esasî civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê veguherand cewher û xwezaya xwe û perspektîfa Modernîteya Demokratîk avakir. Rêber Apo bi vî guhertinê re dogmayên hezaran salan bi awayekî muhteşem, bi lêhûrbûneke ku mirovan şaşûmatmayî bihêle serûbin kir û ronahiyekê nû da hêviyên gelên bindest.
Konferansa me li ser van esasan nêzikatiyên şaş, qels û kêm li beramber rastiya Rêber APO dahûrandin kir. Di vê çarçovê de li beramber rastiya Rêber APO nêzikatî û destgirtinên hestiyar, seresere, ji îdeolojîkbûnê dûr, şeklî û sloganvarî hate mehkûm kirin. Wekî ciwanan em fedayîyên Rêber APO ne, ev rast e, lê divê wateya vê yekê bi awayekî kûr û rast bê fêmkirin. Heger ciwanên vê demê xwe bi vî awayî bigirin dest, fikirên Rêber APO di her kêliya jiyanê de hundirîn bikin û pêkbînin, vê demê pêşerojekê azad ji bo gelê Kurd û mirovahiyê mîsoger dibe. Li ser van esasan divê tespîta ku “Imralî navenda şer e” pir baş were fêmkirin. Rêber APO îro tirs û xofa di dilê hêzên hegemon ên kapîtalîst de ye. Ji ber vê yekê beriya 25 salan komplo pêkanîn, ji ber vê yekê hewildidin Rêber APO li Imraliyê tecrîd bikin. Rêber APO hertiştî me ye û li ser vê bingehê jî erk û berpirsyartiya me ya herî sereke hilweşandina pergala Imraliyê û pêkanîna azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Ji bo vê hedefê hemû hêza me divê bê seferber kirin û hemû şêwazên çalakiyan bên pêşxistin.
Li ser bingeha van nirxandin û tespîtan me di konferansa xwe de jî bi berfirehî pirsgirêkên civakî yên ciwanan, rê û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan, her wiha rastiya pergala modernîteya kapîtalîst û dijminê me yê faşîst û pêwistiyên têkoşîna me ya dijberî wê nîqaş kir.
Pergala moderniteya kapîtalîst, pergalekî dijminê mirovatiyê ye. Di dîroka mirovatiyê de tu tevger bi qasî modernîteya kapîtalîst hov, bê exlaq û zalim nebûne. Tu pergal bi qasî di dema desthilatdariya modernîteya kapîtalîst de nekarîne koledariyeke ewqas kûr pêş bixin. Di pergala modernîteya kapîtalîst de xiyanet li jiyanê hatiye kirin. Hest û fikrên mirovan hatine jehrî kirin, jinan ketineke tirsnak jiyan kirine, ciwan bi karekterê xwe re ketine dinav pozîsyoneke dijber, civak di bin nalînan de hatine perçe kirin. Xulaseya vê pergalê ya 500 salan ev e: Belayekê tunekar, rûxîner û qirker li ser tevahî mirovahî û xweza ye. Sersedemê krîz û qeyran, êş û azar, birçîbûn, perçebûn û aloziya li Rojhilata Navîn pergala modernîteya kapîtalîst e û hêzên wê yên serkêş ên emperyalîst in. Bi vê yekê ve girêdayî sebeba esasî ya perçebûna Kurdistanê û politikaya qirkirinê li ser gelê Kurd jî ev pergal e. Bi qasî ku pergala modernîteya kapîtalîst dijminê mirovati ye, di heman demê de ewqas jî dijminê Kurd e. Astengiya herî mezin ya li pêşiya hêbûn û azadiya Kurd hêzên kapîtalîst ên kurewî ne.
Modernîteya kapîtalîst êrîşên xwe herî zêde li ser ciwanan dide meşandin. Ji bo ku civakê bê rêxistin bihêle û perçe bike, ciwanên ku wek hestiyên pişta civakê ne, dike hedef. Ev pergal dixwaze nifşekî ciwanan ku lêpirsîn nake, lêgerîna xwe ya jiyanê ji hole rakiriye, bê nakok û bê armanc jiyan dike biafirîne. Dînamizm, nûbûyîn, lêpirsîn, radîkalîzm û potansiyela wî ya guhertinê ku dikare dinyayê ji cihê wî bihejîne, dixwazin bixin xizmeta pergalê. Ji bo vê bombebaranekê 24 saetan a şerê taybet ku civakbûna xwezayî dirizîne û dejenere dike li ser ciwanan tê sepandin. Pênaseya “ciwantiya sanal” îfadeya herî esasî ya van êrîşan e. Di serdema pêşketina tekonolojiya nûjen de ne tenê karakterê şer hatiye guhertin, her wiha hewil tê dayîn tarzê jiyana civakî bi temamî ji xwezaya xwe dûrbikeve. Xerîbketina mirov ji heqîqeta xwe bi awayekî jêneveger tê hedefkirin û ji bo vê gav bi gav hemû qadên jiyanê vediguherînin sîmulasyonekê bêdawî.
Kapîtalîzm hegemonya xwe bi riya îdeolojiya xwe Lîberalîzmê û tarzê jiyana lîberal ve dide meşandin. Dibêje: “Tu çiqas ezez bibî, çiqas takekes bibî azadî ewqas nêz e!” Di vê pergalê de her tişt bi vî şeklî tê berovajî kirin. Li cihê rastiyê şaşî, li cihê başiyê xerabî, li cihê xweşikbûnê kirêtî, li cîhê heqîqetê derew û li cihê azadiyê jî koletî hatiye bicîh kirin. Konferansa me weke çavkaniya ezezîtiya kûr li ser taybetmendî û tarzê jiyanê ya çîna burjuwayê biçûk rawestiya. Ya ku wek astengiyekê esasî li pêşiya şoreşa me disekine ev sekna sinifa burjuwayê biçûk e. Lewma konferansa me biryar girt ku taybetmendî û çanda birjûwayê biçûk weke dijminê herî mezin were destgirtin û pê re şerek dijwar bê kirin.
Li beramberî tarzê jiyana modernîteya kapîtalîst û politîkayên wê yên dij-civakî divê li herderê tarzê jiyana komînal bê pêşxistin. Em hevgirtina civakî, rêzdayîna însanî, tarzê xebat û kar ê kolektîf û rêhevaltiya rast li her demê û her cihî xurt bikin, xweşikbûna wê bidin nasîn, hîskirin û di jiyana xwe de pêkbînin.
Konferansa me weke pîvanê serxistina erkên demê û avakirina jiyana azad yek jî di têkoşîna xeta azadiya jin de xwe kûrkirin û gihandina jinên azad û mêrên azad girte dest. Ji bo vê divê têkoşîna îdeolojîk, têkoşîna cins li herderê bê xurtkirin û bênavber bê meşandin. Tevgera Ciwanan di vê mijarê de li kêleka tevgera jin xwedî erk û berpirsyartiya pêşengti ye. Heger jiyanek azad, hişmendiyek azad, civakek azad bê avakirin, ev yek di şexsê nifşên ciwanan de pêwîste pêşbikeve. Yê ku herî zêde divê mijara desthilatdariyê bi giştî, zilamsalarî û zayendperestî nîqaş bike, lêkolîn bike, xwe zanebike û li hemberî wan bê teredut têkoşîn bike ciwan in. Yê ku divê xwedî pîvanên zelal ên red û qebûlê di vê mijare de be di serî de ciwanên ku xwe Apoyî û şoreşger binavdikine. Li ser vê bingehê weke erka herî pêşîn ew e ku hemû politîka û êrîşên qirêj ên dijmin li ser jinên ciwan bi tûndî werin bersivandin.
Di çarçoveya nîqaşên konferansê de rewşa qadên têkoşînê li Kurdistanê jî bi berfirehî hate destgirtin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîtîkayeke ku ji darbeya 12’ê Îlonê hîn xerabtire îro li ser ciwanan dimeşînin. Li ser beşên ciwanên rêxistinkirî bi pêkanîna her cûre zor û zextên faşîst ve hedef dikin ku wan bê bandor, pasîf, ezez bikin û ciwantiyeke apolîtîk ku tenê li dûv metirsiya jiyana takekes bikeve biafirînin. Dixwazin derûniyeke tirsê serwer bikin da ku du kes jî nikaribin bên li cem hevdu. Li zanîngehan heya taxan li ser ciwanan bi temamî teroreke faşîst pêktînin. Ji kesên ku serê xwe rakirine re zindan wek çoyekî tên nîşan dan. Zindan bi hezaran ciwanên bi vî şeklî hatine tijî kirin. Li hemberî ciwanan bi riya îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk ve sepandina ajankirinê bi awayekî herî rezîl tê kirin. Bi esasî ciwantiyeke ku nikare têkoşîn bike, tevbigere, tepisandî û helandî dixwaze ava bike. Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê pêwistî bi seknekê rêxistinî yê welatparêz a herî xurt heye. Konferansa me destnîşan kir ku ciwanên Bakur û Tirkiyê divê bi taktîk û rêbazên nû û afrîner ve xwe li beramber faşîzmê ji nû ve rêxistin bikin, têkoşînekê ku faşîzm nikaribe hûkmê xwe li ser bisepîne bi ziravî ava bikin. Li ser vê bingehê ciwan dikarin politikayên şerê taybet vala derxînin, parastina xwe ya cewherî pêkbînin û pêşengtiya gel û têkoşînê bikin.
Di çarçoveya konsepta şerê qirkirinê de dewleta Tirk a faşîst, bi pêşengiya hêzên navdewletî û hevkariya hikumetên Iraq û Suriyê, dîsa bi destê çeteyan û xayînên PDK’ê ve bi hemû rê û rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re êrîşî Rojava, Şengal û Mexmûrê dike. Ev qadên ku bi têkoşîn û berdêlên giranbuha ve hatine rizgar kirin û bi paradîgmaya Rêber Apo, bi pergala Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ve têne birêvebirin dixwazin tasfiyebikin. Tirsa herî mezin ya hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst, dewletên desthilatdar û xayînan; civak û qadên azad yên ku paradîgmaya Rêber Apo têde jiyanî dibe ne. Esasê van êrîşan jî li ser vê tirsê pêşdikevin. Di vê çarçoveyê de ciwanên li herêmên rizgarkirî pêwîste pêşengtî ji avakirina pergala netewa demokratîk re bikin û li ser vê bingehê parastina destkeftiyên têkoşînê li ser xeta Şerê Gelê Şoreşgerî pêkbînin.
Li Başûrê Kurdistanê bi destê hêzên emperyalîst avakirina rêveberiya PDK’ê ya hevkariya noker bi serê xwe konsepteke dîrokî ya êrîşeke îdeolojîk, siyasî û leşkerî ye. PDK’ê li Kurdistanê model û projeyekê taybet e ji bo pêşxistina tarzê jiyana moderniteya kapîtalîst û xeta hevkariyê. Ev hêza komprador ku bi hemû nirxên Kurd û Kurdistanê lîstiye hatiye erkdar kirin ku nirxên gel pêşkêşî bazara dagirkeran bike. Ew Başûrê Kurdistanê kiriye wek biryargehekê faşîzma tirk û bi hevpar êrîşê hemû destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û nirxên gelê Kurdistanê dikin. Di vê çarçoveyê de pêwîste li çar aliyên Kurdistanê sekin û têkoşîna li hemberî xeta xiyanetê ya PDK’ê bê xurtkirin û ciwanên li Başurê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a faşîst bi hemû rêbazên têkoşînê destê xwe bidin destê gerîla.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di pêşengtiya jin û ciwanan de serhildana ku pêşket xwedî girîngiyeke dîrokî, îdeolojîk, civakî û siyasî ye. Ev serhildana ku bi slogana ‘’JIN JIYAN AZADÎ’’ pêşket, li tevahiya cîhanê deng veda û ne tenê jinan, mêran jî xiste tevgerê. Di asta serhildanên ciwanan ê 1968’an de ev serhildan jî îro îfadeya şoreşekî civakî-çandî dike. Nirxandina Rêber APO, “wê sedsala 21’êmîn bibe sedsala jinê” îro jiyanî dibe. Di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê divê ciwan li ser fikir û felsefeya Rêber APO jiyana xwe birêxistin bikin û rêxistinbûna xwe ya parastina cewherî xurtbikin.
Li ser bingeha hemû nirxandin û nîqaşan di konferansa me de hin biryarên bingehîn û stratejîk ji bo tevgera ciwanên Apoyî hatine girtin ev in;
-
Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, perçekirina tecrîdê xistina navenda tevahî têkoşîn, şer û xebatên xwe û li ser vî esasî bi rihê ciwantiya APOYÎ li her demê û li her derê seferberbûyîn,
-
Weke pîvanê girêdanbûn û hezkirina RÊBER APO ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîka, ji Afrîka heta Asya, ji Ewrûpa heta Avustralya li çar aliyên cîhanê fikir, felsefe û paradîgmayê Rêber APO danasîn û berbelavkirin. Li ser vê bingehê bi rêxistin û tevgerên ciwanan ên li dij-sîstemê tifaqên têkoşînê pêşxistin,
-
Rewşa tengbûna heyî ya giştî xebatê Tevgera Ciwanên Apoyî demildest derbas kirin û li her derê vekirinên hemleger û stratejîk pêş xistin,
-
Li ser esasê erkên dîrokî ya demê serxistinê di zîhnîyet de nûbûn, di fikir de kûrbûn, di tarz de ziravtî û di şêwaz de afrînerî teqez pêş xistin,
-
Ji bo erka herî sereke ya pêşengtiya pratîkî ya stratejîya Şerê Gelê Şoreşgerî pêk anînê di hemû qadan de li ser esasê perspektîfa “mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” xebatên rêxistinkirin û perwerdekirinê pêşxistin û xwe ji her rewşekê şer re amade kirin,
-
Xebatên zanîngehê weke xebatê herî stratejîk û pîvanê serkeftinê nirxandin û li gor wê yekê li her derê ji bo xebatê zanîngehan seferber bûyîn,
-
Xebatên ajîtasyon û propagandayê weke têkoşîna herî diyarker a îdeolojîk nêrandin, li ser wê esasî xebatên ajîtasyon û propagandayê ji nû ve avakirin, xurt kirin û mîsyonek stratejîk lê bar kirin,
-
Di xebatên avakirina netewa demokratîk bi taybetî jî di avakirina komûn, meclîs, akademî û kooperatîfan de li gor rista xwe rabûn, di asta yekemîn de xwe berpirsiyar dîtin, xebatên avakirinê bi rola pêşengtiyê pêşxistin,
-
Xeta çalakiyên Tevgera Ciwanên Apoyî li ser esasî girsebûn, radîkalbûn û bandorbûnê ji nû ve dest girtin û bi awayek hemleger li dijî faşîzmê çalakiyên tolhildanê pêşxistin,
Konferansa PKK’ê ya ciwanan bi her awayî bû xwedî girîngiyek dîrokî. Dibe ku cara yekemîn hatibe li dar xistin lê konferans di esas de li ser bingeha meşa Rêber Apo ya 50 salî, mîrate û kevneşopiya bi dehan salan a têkoşîna tevgera ciwanan xwe girte dest. Xwe bi her awayî li berçav re derbas kirin, xwe li bêjinga xeta Rêber APO xistin, li gor rastiya Rêber Apo pratîka xwe muhasebe kirin û li gor pîvan û rêgezên Apoyî ji nû ve hûnandin û bi biryar kirin ji bo tevahî hevalan hêzêk mezin a manewî avakir.
Ev konferans careke din îspat kir ku PKK weke tevgereke Apoyî gelek mezin e û ev mezinbûna xwe ji têkoşînvaniya xwe digre. Kêmasiyên me yên mezin hene ku me hîn Rêbertiya xwe ji sîstema çarmixê ya Îmraliyê rizgar nekiriye, nebesiyên me yên mezin hene ku li beramber şehîdên xwe, li beramber gelê xwe û li beramber zarokên delal ê vî welatê deyndar in. Lê rexmî hemû tiştan jî dijminê faşîst û qirker tevî hemû êrîşên wahşîyane,piştevaniya dewletên navnetewî yên emperyalîst her wiha tevî hebûna xayîn û xwefiroşên hevkar jî nikaribû heqîqeta PKK’ê tune bike, nikaribû navê PKK’ê ji dîrokê rabike her wiha nikaribû heybeta PKK’ê tune bike. Ji ber ku em tevgerek Apoyî ne, ji ber ku em arteşa fedaîyane, ji ber ku em doza azadiya tevahî gelên bindest û mirovatiya pêşverû dimeşînin. Îro ev rastî ji her demê zêdetir xwe bikok kiriye, îrade, hişmendî û baweriya me weke şûrekî tûj bûye.
Pêvajoya pêşî wê bi rastî jî qedera me, qedera gelê me û qedera giştî têkoşîna azadiyê zelal bike. Di pêşengtiya Rêber Apo de têkoşîna me ya 50 salî li beramber 100 saliya dijminê faşîst û xwînxwar wê bikeve cengek fînalê de. Di pêvajoyek wisa awarte û dîrokî de em wek Tevgera Ciwanên Apoyî bi amadekariyekê mezin dikevin cengê. Konferansa me ji vê hêlê ve jî bi roleke pir mezin ve rabû.
Em di wê baweriyê de ne ku konferansa me perspektîfa demê zelal kir, di her hevalek de guhertin û nûbûnê da destpêkirin û riya zaferê heta dawiyê vekir. Em wek Tevgera Ciwanên Apoyî ji her demê zêdetir ji xwe bawer, xwedî tecrûbe, bi amadekarî û bi biryar in. Di oxira wê de em ê teqez ji bo serkeftinê jiyan bikin, kar bikin û cenga azadiyê serbixin. Em ê xwedî li soza xwe derbikevin û serkeftinê diyarî Rêber APO, şehîdên şoreşê û gelê xwe bikin. Li ser vî esasî em ji bo tevahî ciwanên welatparêz, şoreşger û azadîxwaz serkeftinê dixwazin û bang dikin, bi şîara “BI RUHÊ APOYÎ XWE NÛ BIKIN, CENGA AZADIYÊ SERBIXIN” ve tevlî vê pêvajoya nû bibin.
BIMRE DAGIRKERÎ Û FAŞÎZM
BIMRE XIYANET Û NOKERÎ
BIJÎ TÊKOŞÎNA CIWANÊN APOYÎ
BIJİ PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ
BIJÎ, BIJÎ, BIJÎ SEROK APO
Komîteya PKK’ê ya Ciwanan,
14.07.2023