DIRBESIYÊ – Sibe salvegera şoreşa rojava ye. Ji bo rêzgirtina şehîdên şoreşê jinên ciwan ên Dirbesiyê pêşangehek li dar xistin. Di pêşangehê de bi giranî wêneyên şehîdên şoreşger û alên ypjê hatin nîşandan. Herweha berhemen ku bi destan hatibûn çêkirin hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat li darxistin û ji bo her kesî re vekirî bû. Bi dehan şênî dema vekirina pêşangehê amade bûn.
Endamê Komîteya Amadekar a pêşangeha, Samra Elî derbarê pêşangehê usa axivî: “Em vê pêşangeh li cangoriyên azadiyê û li Rêber APO pîroz dikin. Bi vê pêşangeh em dixwazin şehîdên 19’ê Tîrmehê bi rêzdarî bibîr bînin. Herwiha em dixwazin bînin ziman ku di serî de jinên ciwan divê nirxên Şoreşa Rojava biparêzin.”