BEHDÎNAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Zîlan Dersim bi wesîleya salvegera 11. a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ji Malpera Komalên Jinên Ciwan re axivî. Dersim di destpêka axaftina xwe de Şoreşa Rojava li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz kir û got, “Di serî de ez Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li afirînerê vê şoreşê Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê pîroz dikim. Şoreşê, ji gelê me yê welatparêz re ku di vê şoreşê de bedelên mezin dan û ji gelên hemû Kurdistanê re.” got. Dersim di axaftina xwe de got, “Şoreşa Rojava ne tenê li ser gelê Kurd, li ser gelên cîhanê jî bandorek mezin kir. Her wiha em dizanin ku fikir û felsefeya Rêber Apo, keda 20 salan a Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê û piştre jî fêkiyê ku Rêber Apo di sala 2012’an de li vir çand, fêkiyê xwe da. Ji ber vê yekê Rêbertiyê bandorek mezin li ser gelê Rojava, gelê Kurdistanê û bi giştî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.” wî diyar kir. Dersimê di heman demê de bal kişand ser girîngiya jinê ya di pêkhatina şoreşê de û got, “Jina ku ji aliyê civakê ve ewqas hat dûrxistin, jina ku bê nirx dihat dîtin, bi vê şoreşê hêza xwe dît. Wî jî îradeya jinê nas kir, xwedî fikir bû û bi fikrên xwe bû navenda cazîbeya jiyanê.” got. Herî dawî Dêrsim bang li ciwanan û bi taybet jinên ciwan kir û got, “Weke jin penageha me çiya ye. Cihê parastina me çiya ye, cihê xwenasînê çiya ye. Banga min ji hemû ciwan û jinên di lêgerîna azadiyê de ye, dakevin çiya. Yekane rêya avakirina bingehek ji xwe re gerîllabûn e. Ev şoreş e, jiyana azad û rêya parastina Rêber Apo ye.” wî qedand.
Naveroka hevpeyvînê wiha ye;
Di serî de roja 19’ê Tirmehê, roja Şoreşe Rojava li Rêber Apo, hemû şehîdên şoreşê ku di vî şoreşê de cîh girtine bûne xwêdî rolekî pir mezin, wan hevalên şehîd, li hemû gelê me ya welatparêz ku bênavber di vî şoreşê de cîh girtine û berxwedanî kirine, heta roja îro jî berxwedanî dikin pîroz dikin.
Şoreşa Rojava weke ku tê zanîn destpekê bingehê xwe ji Rêber Apo digire, fikir û felsefeya xwe ji Rêber Apo digire. Ji ber ku herkes jî dizane Rêber Apo gava xwe ya yekem avit Kobanê. Berî hemu cihê dema ji Bakurê Kurdistanê derbas bu hate Kobanê. Ev jî di şoreşê de bu xwedî cîhekî pir mezin. Dema ku şoreşa Rojava jî destpêkir serî de di bajarê Kobanê de destpêkir. Dibe ku bajarê Kobanê bajarekî pir biçuk bu lê ev jî dîrokê re bu cîhê destanan, cihê qehremaniyan cihê rêhevalên şehîd ku bÊnavber di wêderê te têkoşîn kirin, berxwedan û li hemberî erîşên hovane bi serketin. Ji bo vî jî şoreşa Rojava ne tenê li ser gelê Kurd, ne tenê li ser gelê Kurdistanê li hemû cihanê bi rastî jî bondorekî xwe ya pir mezin da avakirin. Em vî jî dizanin ku bi rastî jî eger fikr û felsefeya Rêber Apo nebe, eger xebatê Rêber Apo ya 20 salan ku di nava Rojavayê Kurdistanê de da meşandin û piştê vî jî berhemê ku Rêber Apo vê derê de dayî çandin sala 2012’yan de ev berhemê xwe da. Ji bo vî jî gelê Rojava jî, gelê Kurdistanê jî gelê Bakur û Rojhilatê Suriye giştî ji vî bandorekê mezin ser wan de da avakirin. Ji bo vî weke gelê Rojava jî di nava vê şoreşê de cîhê xwe girtin, buyîna xwedî rolekî bi rastî jî heta dawî têkoşîn, berxwedana vî gelî di cîhanê de hate nasîn. Ev jî bi rastî fikra Serokatî ku rastî jî jiyanê diafrîne, civakê ku rastî erîşÊn hovane re ru bi ru dihat, civakê ke ku bê nasname dihat hîştin vî civakê diafrîne.
Rêber Apo bî vî kedê xwe gihîşt encamên mezin. Rêber Apo jî vî dibêje dema ku mirov kedekî bide encam ji keda xwe verbigire. Ji bo vî jî ev şoreşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê jî ev xweseriya demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê dimeşe ji keda Rêber Apo digire, ji hevalên şehîd digire, keda qehremanên mezin digire. Ji bo vî jî Şoreşa Rojava ne niha ne tenê li ser gelê Kurd li ser tevahî cîhanê li ser hemû mirovatiyê bandorekî xwe daye avakirin. Ji ber ku şoreşekî ji bo azadiya gelan e ne ji bo desthilatdariyê ji bo azadiya gelan ji bo civakê ji bo wekheviyê ji bo azadiyê. Li ser vî esasiyê ev şoreş. Ji ber vê jî bi taybetî weke gelê Rojava ku di nava sîstemekê de erîşan re ru bi ru dihatin weke civak bê nasname hatibûn hîştin bi rastî jî ev şoreş bu cîhekî ku nûva afirandina jiyanê.
Bi taybet weke jin bi taybetî di Rojavayê Kurdistanê de ewqasî rû bi rû erîşa hişmendiya ku li beramberî vî heye, rû bi rû yî hişmendiya feodal, hişmendiya ku li beramberî jin tê meşandin di vê şoreşê de cîh girtin û buyina xwêdî rolekî mezin ev teshîr li ser giştî jinên cîhanê da da avakirin. Ji bo vî jî iro roj di her keliya şoreşê de jinên ciwan rola xwe digirin, jinên ciwan ji roja avabûna şoreşê heta roja îro xwedî rolekî ne. Ew jina ku di nav civakê de evqas hatibu helandin, weke ku bênirx dihate mezin kirin ama bi vê şoreşê re jin jî hêza xwe dît. Jin jî bu xwedî îradeyekî, jin jî bû xwedî fikrekî ku di civakê de fikir derdorê jinê de dihate komkirin. Piştê sal derbas bûn ev civakbûyin li derdora jinê belav bibu disa bi şoreşê derdorê xwe kom kir. Jin ku her tim tune dihat hesibandin di roja avabuna şoreşa Rojava da serî hilda û hemû hişmendiyên ku digotin jin nikare jin nizane bu xwedî îradeyekî pir mezin.
Ew jin dubare hêza xwe zanî got ez heme, ez jî xwedî îrademe xwedî fikrim. Ev ne tenê aliyên çekdarî de, raste dibe ku aliyê çekdarî de ev bu bandorek pir mezin liser cihanê. Lê jin di aliyê îdeolojiyê de di aliyê fikr de, di aliyê jiyanê de bu xwedî hêzekî. Jinekî ku nedikarî li beramberî însanekî li beramberî kesekî li beramberî zilamekî ku biaxive, bi îradeya xwe, bi nêrîna xwe bi fikra xwe beşdarî vî jiyanê bibe îro buye îradeyekî mezin. Di hemû cihanê de rola xwe dileyîze, îro buye pêşenga civakê, îro buye jina ku kes nikare hemberî vê hêzê li ber xwe bide. Hêza ku di jinê de heye Rêber Apo derxist holê. Bi fikra Rêber Apo re ev hêz di nava jinê de derket holê.
Me destpekî Rêber Apo naskir
Em bi xwe jî weke zarokekî di nav vê şoreşê de mezin bûn, dema ku şoreş ava bu temenê me jî kêm bu em ne zanabûna pir tiştan de bûn. Bes destpekê tiştaku me naskir Serok Apo bu. Beriya ku em şoreşê nasbikin destpekî me Rêber Apo naskir. Ev jî bi saya malbatên welatparêz, bi salan nirxê ku Rêber Apo di civakê me de avakiriye emev naskir. Ev ji bo me bun nakokiyekî pir mezin. Rêber Apo niha li kuderê ye? Rêber Apo niha çawaye? Dibe ku em zarok bun lê ev ji bo me hertim bu cihê nakokiyan. Dema ku me bersiva xwe digirt, dema ku me dizanî Rêber Apo di zindanê de ye di giravekî de ye, di bin zextê dijmin de ye ev di me de kînekî ava dikir. Ev di zaroktiya me de ji bo em kînekî ku em bikaribin ser vî mezin bibin û beramberî vî dijminî nefret bikin. Ji ber ku însanekî ku ji mere jiyan afirand îro roj çima ber destê dijminde ye? Çima ev însanekî ku azadî dixwaze tê girtin?Ev ji bo me bûn nakokiyên sereke ku em bi van nakokiyan mezin bibin û beşdarî vê şoreşê bibin.
Dema ku şoreşa Rojava jî avabu ev bandorekî pir mezin li ser me avakir. Berê me nedikarî em bizimanê xwe biaxivin, me nedikarî em bi îradeya xwe tevbigerin, em weke Kurd bi cil û bergê xwe jiyan bikin amadema ku ev şoreş detpêkir edî me zanî ku em kîne em çine emli kuderê ne, li kuderê cihanê de em cîh digirin, Kurd buyîn Kurdistanî buyîn çiye, ev ji bo me hemû bu cihê nakokiyan. Her tim ev ji bome xelayekî jî bu ku weke heval Arîn di şerê Kobanê de weke heval Gelhat weke heval Zehra, heval Dilovan, heval Mehmud ku bi xwe di Kobanê de şerên bêhempa dan meşandin, gelek rêhevalên dîtir ku giştî Rojava de heval Silava Kobanê destpêka şoreşê bû pêşengek ji bo hemû jinên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê.
Ev ji bo me hemû bu weke xeyalekî ku em jî mezin bibin, çeka wan hevalana rabikin, em jî bikaribin xwedî li wê nirxê derkevin, em jî bikaribin nirxê ku Rêber Apo avakiriye em biparêzin. Dema ku nirxekî tê avakirin, parastina vî nirxî çênebe wê her tim rû bi rû bi erîşan re were. Roja îro jî dewleta Tirk ku li beramberî Rojava xwedî kînekî mezin e bingehê xwe ji vî tiştî digire. Bingehê xwe ji nirxê ku Rêber Apo avakiriye, nirxe rêhevalên şehîd avakiriye bingehê xwe ji vî digire.
Dewletekî desthilatdar hîç wext naxwaze ku civakek azad jiyan bike, hîçwext naxwaze ku zarokek bîle bi îradeya xwe biaxive, bi zimanê xwe bixwîne. Ji bo vî dewleta Tirk dixwaze vê dagirkeriya xwe bide avakirin. Ji bo vê yekê dewleta Tirk dixwaze di her derê de zîhniyeta xwe bide rûnişkandin. Ji bo vî tişta ku ji me tê xwestin parastina vê şoreşêye parastina vî nirxê ye. Weke jinên ciwan weke ciwanan me gelekî hevalên şehîd di Rojava de dît, me rêhevalên qehreman dîtin ji bo vî jî xwedî derketina wan nirxana tenê rêyekî pêşberî me ye. Ew jî em bikaribin bi şewazekî bi fikrekî azad di xeta Rêber Apo û şehîdan de em vî sîlahê bigirin destê xwe û beramberî erîşên heyî têkoşîna xwe xurt bikin. Ji ber ku em hemû jî dizanin weke Rêber Apo vî her tim dibêje “Tişta ku ji bo gelê Kurdistanê pewîste xwe parastin û beramberî erîşên heyî bi îradeyekî mezin şer kirine.” Ji ber ku gelê Kurdistanê dîrokê de heta niha her tim rû bi rû yî qirkirinê de mane. Ev çarenûsa ku ji bo gelê Kurd hatibu qebul kirin Rêber Apo ev da guhertin. Tişta ku dihate gotin nabe, naye kirin ev Rêber Apo da guhertin. Ji bo Kurdan digotin darê zuhabuyî Rêber Apo ev dar şîn kir. Îro hemû civak di bin vî darî de jiyan dike. Ev ji bo me cîhekî ku însan xwe pêve bigire û li ser vî bimeşe.
Weke ciwanên Rojava jî di şoreşê de cîh girtin, rola xwe leyîstin… dema em zarok bûn ev ji bo em cihekî nakokiyê bu. Dema ku şer di Rojava de destpêkir dema ku me nedikarî em sîlah rabikin, dema ku me nedikarî em xwe biparêzin, dema ku me nedikarî em beramberî erîşên heyî ya DAİŞ’ê derkevin bo me bu sebebê êşekî pir mezin. Çima em nikarin xwe biparêzin? Ji ber ku em nehatibun fêr kirin. Çima silahên destê me de heyî ne nekarî em wan silahan rakin û pê parastina xwe bikin pê bersiva dijmin bidin. Ji ber ku me nezanî ev sîlah çawa tê bikaranîn. Me ewqasî qiymeta axa xwe nedizanî. Me nedizanî ax xwedî nirxekî evqas mezine. Piştî ku me evqas şehîd dît em nû ketin ferqa vî. Ev weke şexs ji bo min bu kînekî pir mezin. Çima sîlahê me heye em bin ax bikin, biweşerin? Çima em rabikin? Çima em bavejin? Çima em fê nebin pê parastina xwe nekin? Çima em tiliya xwe nadin ser tetîkê dijminê ku te dikuje tu wî nakujî. Ev jibo me bu hêrsekî pir mezin. Weke jinekî ji bo me bû bingehekî ku em weke jin bixwe bawer bibin û rola xwe di nav vê şoreşê de bileyîzin.
Ji ber ku her tim tiştê ku ji bo jinên ciwan hatiye gotin ev e “tu nikarî, tu xwediyê malêyî, tû dikarî di nava malê de rola xwe bileyîzî” ama Rêber Apo ev çarenûs da guhertin. Jin dikare, jin xwedî hêz û îradeyekî pir mezin e. Ama ev hêz û îrade hatiye bin ax kirin. Jin hatiye bin ax kirin, hatiye veşartin, di bin çarşafên rel de hatiye veşartin. Di nav çar diwaran de hatiye veşartin, di nava goristanê de hatiye veşartin. Bes Rêber Apo ev derxist. Ev bandorekî pir mezin li ser Rojava jî kir li ser giştî jinên cîhanê jî kir. Îro li Rojhilatê Kurdistanê ku bi slogana Jin Jiyan Azadî berxwedan û têkoşînekî bêhempa tê meşandin çavkanî ya xwe ji Rojava digire. Mirov nikare ji Şoreşa Rojava qut bigire dest. Ev rihê Kurdistanî derket holê rastî jî. Weke ciwanekî Kurd tu beşdar dibî derbasî parçeyekdin ya Kurdistanê dibî. Beyî ku tu ferq û cûdahî bixî nav. Weke ciwanekî Kurd tu dizanî ku ji bo çi şer dikî.
Tişta ku sîstem ji bo me daye diyar kirin ev e. Tenê bi xwe fikirandin, jiyana takekesî fikirandin, malbata xwe fikirandin. Ama me malbata mezin dît. Malbat ne tenê ev e ku tu tenê dayika xwe, bavê xwe xwîş û birayê xwe re bidî bistinî. Me malbata xwe Kurdistanê de dît. Eher malbata te ya mezin ji dest biçe, malbata biçuk jî dest diçe. Eger malbata mezin were dagirkirin malbata biçuk jî tê dagirkirin. Em bi salan rû bi rû yê bi vî rastiyê hatin. Ji bo vî ev ji bo me bandorekî pir mezin e. Em destpekî pewîste axa xwe biparêzin. Dema ku her gerîlayek beşdar dibe naye vî wateyê ku ji malbatê xwe hez nake. Ji bo parastina malbatê ye. Ji bo vala derxistina erîşên li ser malbatê ye. Ji bo axa xwe ji bo welatê xwe beşdar dibe. Ji bo ew jiyana ku lê hatiye teng kirin, ji bo jiyanekî azad beşdar dibe. Şoreşa Rojava jî ji bo vî bu bingehekî. Însan nikare vî tiştî nirx û keda 50 salan ku Rêber Apo daye meşandin nikare ji vî tiştî qut bigire dest. Ji ber ku yê ku vî tiştî da avakirin fikrê Rêber Apo bu. Em jî weke ciwanên Kurd weke tevahî ciwanên Rojhilata Navin û cîhanê ji bo ku em xwedî li vî nirxê derkevin beriya her tiştî em tecrîda ku li ser Serokatî heye bişkînin û fîzikî azad bikin. Ji ber ku tenê şoreşa Rojava bi hebûna Rêber Apo re watedar e. Avakerê vê şoreşê, mîmarê vê şoreşê Rêber Apo ye. Ji bo vî hemû kes; jin dayik, ciwan, zarok… ji ber ku Rêber Apo li hemberî herkesî xwedî kedekiye. Zarokek 7 salî bigire heta pîrîkek 70 salî Rêber Apo li hemberî wan însanan ked daye. Ji bo ku em xwedî li Rêber Apo derkevin em parastina vê şoreşê bikin û em Rêber Apo fîzikî azad bikin. Ji ber ku rengbuyîna şoreşê, xweşîkbuyîna şoreşê bi hebûna Rêber Apo re watedartir tê. Ji bo vî dîsa dibêjim weke jin taybet jinên ciwan ji ber ku reya me ya sereke ku em azadiya xwe bibînin em tê de îradebuyina xwe bibînin, hêza xwe bibînin şoreşa Rojava ye.
Îro di tunelên şer de rêhevalên me bê navber têkoşîn dikin. Beyî ku li pişt xwe bizivirin piştê xwe meze bikin li hemberî hemû erîşan berxwedaniyekî bêhempa didin. Ev hemû ji bo avakirina jiyanekî azad e.
Dibe ku gelek rêheval şehîd dibin û nebînin di nav Kurdistanekî azad de jiyan bikin lê ya girîng eve ku peşerojekî ji bo civakekî ava dikin, ji bo zarokên vî welatî peşerojek ava dikin. Ji ber ku Partiya me Partiyek wisa nîne ku tenê bi xwe bifikirê. Partiya me partiyek wisa ye ku pêşeroj difikirê. Roja îro tenê nafikirê. Pêşaroja civakê, zarokan difikirê. Pewîste em jî xwedî li vî tiştî derkevin û vê nirxê biparêzin. Ji bo parastina vê nirxê jî tenê rêyekî me heye ev jî gerîlabuyîne, li ser wan çiyayan jiyan kirin e. Ji ber ku yê ku hêz dide însanan yê ku coş dide însanan ye ku dihêle însan bi rastî vê şoreşê re rih bigire û ber bi azadiyê re bifire em çiyan e, stargehên me ye cîh û waren me ne. Ji dîrokê heta niha me pişta xwe spartiye wan çiyayan em ê pişta xwe her bispêrin wan çiyayan bi taybetî weke jin. Rêber Ap dibêje “Kî ji serî wan çiyayan dakeve bila dakeve jî çiya cihê jinê ye.” Weke jin stargeha me çiya ye. Cihê parastina me çiya ye, cihê xwe nasinê çiya ye. Ji bo vî bangawaziya min ji bo hemû jinên ciwan û ciwên ku di nav lêgerina azadiyê de ye berê xwe bidin çiya. Tenê reya ku ji bo xwe esas bigirin gerîlabuyine. Ev jî şoreşgerbuyine ev jî jiyana azad e û xwedî derketina li Rêber Apo ye.