STENBOL – Yekîneyên Jinên Tolhildêr yên Atakan Mahîr Ronî diyar kirin ku di 27’ê Hezîranê de li taxa faşîstan a navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi bombeyên deng çalakiyek li dar xistine.
Endamên yekîneyê diyar kirin ku di çalakiyê de erebeyek zirar ditiye û gotin, “Sedema bingehîn a çalakiya me protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên girankirî a li ser Rêber APO ye. Li aliyê din dewleta Tirk a faşîst û dagirker ji hemû aliyan ve êrîşî Kurdistanê dike û aramiya civakê xera dikin. Em jî bi vê çalakiya xwe dixwazin peyamê bidin ku em ê metropolên Tirkiyeyê bikin cehenem. Ger gelê Kurd di nav aramiyê de nikaribin jiyan bikin vê demê kesên ku vê faşîzmê hê jî li ser desthilatdariyê diparêzin aramî û bi rehetî jiyan nekin.”
Endamên yekîneyê diyar kirin ku wê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.