TABQA-.Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tebqayê ji bo şermezarkirina Gefên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Apo di zîndana wî de, xwepêşandanek meşaleyan li dar xist û bi rêya vê yekê tekez kir ku her ziyanek ku bandorê li Rêbertî bike, wê encamên xirab bi xwe re bîne.
Meşê meşaleyan ji taxa yekemîn a li navenda bajêr destpê kir, alên ciwanên şoreşger, wêneyên Rêberê Apo û pankartên bi nivîsa “Cenga Azadîyê Serbixin” hilgirtin. Ji bo silavkirina berxwedanîya Dîrokî a Îmraliyê heta navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk meşîyan piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo Pekrewanên Azadîyê meş veguherî Mitîngê, di mitîngê de li ser navê Ciwanan Mehmûd El-Yetîm axivî û wîha got:
Em weke Ciwanên Şoreşger bang li hemû pêkhate û gelên azad ên ku ji welat û doza xwe bawer dikin ku dakevin qadan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Apo şermezar bikin. ku hîna jî tecrîda li ser wî didomîne û rasterast bi jehrê gefan lê dixwe.”
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku, ” Dewleta Tirkiye li dijî her êrîşeke li dijî Rêber Apo û her zerareke ku bandorê li Rêbertî bike, wê encamên giran bi xwe re bîne” û hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî faşîzma Tirk heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê dewam dike.