TEPQA – Îro roja şoreşa rojava ye. Li seranserî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roj bi moraleke mezin tê pîrozkirin. Jinên ciwan ên li Tepqayê jî bi şahiyekê ev roj pîroz kirin. Di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayêev şahiyek hat organîze kirin. Bername ji aliyê performansên çandî ve dewlemend bû. Helbest hatin xwendin, şano hatin lîstin, dîlanên folklorî hatin lîstin. Wekî din, wêne û pirtûkên Rêber APO hatin pêşandan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşa Rojava, berdevka Jinên Ciwan a Tapqa Aya ev tişt got: “Em bi xêrhatina festîvalê dikin. Em şahi diyarî Rêber APO dikin û 19’ê Tîrmehê li Rêber APO pîroz dikin. Projeya konfederalîzma demokratîk ku bingeha şoreşa Rojava ye, bi saya Rêbertî bi ser ket û bû çirûskeke hêviyê li seranserê cîhanê.”