NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê kurd di sedsalên 19 û 20’an de rastî pişaftin, qirkirin û tunekirinên mezin hat. Bi taybet piştî peymana Qesra Şêrîn a sala 1639’an di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de, dest bi parçekirin û mêtîngehkirina Kurdistanê dibe. Her wiha bi peymana Saykes Pîkot a 1916’an û peymana Lozanê ya 1923’an re di Rojhilata Navîn de guhartinên mezin di erdnîgariyê de çêdibin. Parvekirinên mezin di navbera Îngîlîzan, Osmaniyan, Sefewiyan û destpotên wê demê de tên çêkirin. Di van pêvajoyên dirêj de bi sedan serhildanên gelêrî li dijî sîstemên koledar derketine. Yên weke serhildana Koçgirî, serhildana Ubeydullahê Nehrî, serhildana Sayîd Riza û Şêx Sayîd û bi dehan serhildanên redkirina mêtîngeriyê derdikevin. Lê ji ber nebûna stratejiya şer û rêxistinê, girêdanbûna bi serweriya eşîrtî û xanedaniyê ve, li gorî rastiya xwe ne tevgerkirin û bê îdealbûnê piranî serhildan bê encameke têkûz dihatin çewisandin.
Mirov bala xwe bide dîroka serhildanên Kurdan a rastî bê stratejiya berxwedanê tê dîtin. Lê belê di heman demê de ev serhildan bûne destpêkeke mezin ji gavên şoreşê re. Ji ber di van pêvajoyan de cara yekemîn gelê kurd kariye bêje ez heme û ezê hebim jî.
Di rastiya şoreşa 19’ê Tîrmehê de hêza berxwedan û xwebûnê derketiye holê. Nexasim şoreşa 19’ê Tîrmehê berhema şoreşa Neolîtîkê ye. Di şert û mercên kawos û asîmîlekirinê de, di nava sîstemeke qirker û şovenîst weke rêjîma Baas de, ji nava xeyalên zarokên Kurdan ên ku hêvî jê hatibû qutkirin de, 19’ê Tîrmehê rêya têkoşîna mezin a gelê Kurd nîşan da. Yekem gav a rizgarkirina Kobanê ji rêjîma Baas pêngaveke nû ya rizgarkirina tevahî Rojavayê Kurdistanê bû.
Dibêjin “Li cihê ku rastî lê dest pê bike, mirov ji nû ve li wir ji dayîk dibe”. Ya rastî şoreşa 19’ê Tîrmehê ji nû ve jidayîkbûna hêvî, xeyal û azadiya Rojava bû. Bi vê gava mezin re rê li ber şikandina zincîrên koletiyê hate vekirin. Edî agirê Newrozê li her cihî şewq û enerjiya azadiyê vedida. Bihara gelê Kurd xwe ji nû ve bi keskesora 19’ê Tîrmehê re dixemiland. Zarokên Kurdan ji zû de şiyar bibûn da ku bi Kurdî jiyan bikin. Bi Kurdî bikenin û bi Kurdî biaxivin.
Êdî li kîjan cihî Kurd hebana li wê cihî jî ala kesk, sor û zer asîmanê Rojava dixemiland. Bi damezirandina YXK, di pey re Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’e re rihê welatparêzî û şoreşgeriyê di nava dilê ciwan û jinên ciwan ên Kurd de weke tofaneke bê sînor lêdida û ref bi ref artêşa YPG-YPJ’ê mezintir dibû û di cîhanê de dengê azadiyê vedida. Gelê Kurd karîbû li ser perspektîfên Rêber APO di demekî kurt de rêxistinbûna xwe ya leşkerî û civakî ava bike û herêmên Rojava yên di bin kontrola rêjîmê DAIŞ, Nusra û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de yek bi yek rizgar bike.
a rastî bi saya berxwedana şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe kirine xelat ev destkeftiyên mezin û binirx hatin bidestxistin. Şehîd bûn stûna bingehîn ên vejîna azadiya şoreşa 19’ê Tîrmehê. Bi eşqekî ji agirê azadiyê çiya, kolan, tax û herêmên Rojava hembêz kirin û parastin. Li hemberî xeta îxanetê bûn xeleka ji agir û hêvî di dilê her ciwanekî Kurd de dan çandin. Belê ew zarên Roj û agir in; yên ku roniya eşqê ji dilê wan naçe ava. Ew rihê Silava bû, ew rih rihê Rustem û Xebatan bû, rihê Bêrîvan, Arîn û Avêsta bû û gihîşt serkeftina mezin. Li vir Rojava bi qêrîna van pekrewanan jîn da, şîn da û bû dergûşa parastina mirovahiyê ji terorîzma mezin.
Êdî navê şoreşa 19’ê Tîrmehê di her malbatekê de bibû mîraseke tolhildana hezar salan. Jina Kurd êdî bû afirêneriya jiyanê. Bi eşqekî mezin çek hembêz kir. Tarîtiya ku çeteyên DAIŞ’ê dabûn sepandin bi erdê re kir yek. Artêş û rêxistinbûn, fedekarî û çalakiya jina Kurd di Rojava de çongên dijmin sist kiribûn û bi sekna xwe ya tekoşîna mezin ew matmayî hiştibû.
Li vir êdî perdeya şerm û koletiyê ji zû ve hatibû qetandin. Edî hêz heye, afirênerî heye, jiyana birûmet heye û êdî hinasên azadiyê di difna her Kurdekî de diçû û dihat. Xeyala jiyana mezin bi mîrasa Rêberê jiyana azad Rêber APO bû heqîqeta mezin.
Ehmed hesen nivîsand