NAVENDA NUÇEYAN –
Di giştî cihanê de pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze xwe serwer bike. Bi hişmendiya desthilatdar, faşist ya baviksalarî pergala modernîteya kapîtalist pirsgirekên gelan kûrtir dike û mirov ji mirovbûyine dur dixe.
Li hember bindestiya gelan di 19’de Tirmehê di sala 2012 li Rojavayê Kurdistan bi peşengtiya ciwanên welatparêz û şoreşger, bi zemîna ku bihara Ereban li Sûrî avakiriyê gelên bindest ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî rabûn ser piyan û bi awayeke serkeftî xweseriya Rojava îlan kirin.
Ev Şoreş, şoreşeke ku heya îro di bin êrişên herî giran û berfireh
hebûna xwe didominê û bi hêza jin gel xwe bi xwe rêvebirê û diparêze.
Ev şoreş li hember pergala modernîteya
kapitalîst bersiveke herî bi mane ye.
Li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rpjhilatê Sûrî gelên bindest hebûna xwe, çanda xwe, zîmanê xwe û axa xwe li hember kiryaren faşîst û desthilatdarên hegemonîk berxwe dide û ji bo giştî gelên bindest li dinyayê dibe bersiv.
Ev şoreş hatiyê çekirin ji ber Rêber APO bi Tevgera Azadiya Kurdistan li Rojavayê
Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriye gelên bindest perwerde kiriyê û zanist kiriye.
Gelên Rojava bi peşengtiya jin û ciwan giştî dûnya reya sêyemîn nişan dide
û diyar dike ku ev pergala moderniteya kapîtalîst jiyan û azadî ava nakê.
Berovajiya wê ev pergal mirin û bindestî çêdike.
Heya îro jin, ciwan, zarok, pîr û kalan,
bi giştî gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî berxwedide.
Ji bo we hêzên hegemonîk a desthilatdar dixwazin tola xwe rakîn û Rojava, şoreşa mirovahiyê tine bikin.
Bi her cure û şewaz êrîşê Rojava û Bakur û Rojhilatê Surî dikin. Dixwazin pergala xwe ser gelên bindest ferz bikin ku edî hêviya gelan nemîne.
Lê ev şoreş bi keda
Rêber APO û hezaran şehîdan
hatiye avakirin.
Ev şoreş bi xwîna ciwanên Kurdistan,
bi ked û xwêdana gelan hatiye avakirin û parastin.
Ev şoreş bû denge gelên bindest
û jinen azadixwaz ya giştî cihanê.
Ev şoreş, şoreşa mirovahiyê.
Ev şoreş mirin kuştiyê û bin êrişên herî giran de jiyan avakiriye.
Jiyanêke azad, jiyanêke berxweder, jiyanêke bi rûmet û şeref ava kiriye.