QAMIŞLO – Bi boneya salvegera 11’emîn a şoreşa Rojavayê Kurdistanê a ku dikeve 19’ê Tîrmehê de, gelê Qamişlo şahîyek li dar xist, ev şahî li lîstîgiha şehîd Heysem Kiço hat lidarxistin. Bi sedan gel û ciwanan ji hemû pêkhateyên hatin beşdarî vê şahîyê bûn. Şahî bi daqayekî rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî wê li ser navê Rêveberîya Xweser Hîkmet Cemîl axivî. Cemîl di axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Surîyê û kedê wan di avakirina şoreşa 19ê Tîrmehê de. Her wiha, destnîşan kir ku yê ku şoreşa 19ê Tîrmehê diparêzê gelê heremê ye, li alîyê din li ser navê Tevgera Jin Henîfe Mihemed axivî. Henîfe bal kişand ser rola jin û ciwan di şoresa Rojava de û got: “Şoreşa 19ê Tîrmehê bi keda jinên tekoşer û bi fedekarîya wan hat avakirin. Dewleta Tirk jî her tim pêşengên şoreşê, di serî de jin, dike armanc. Berîya çend rojan jî hevala me, heval Rîhan hat şehîd xistin.”
Piştî axaftînê, koma Şehîd Sakîne stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di dawîyê de hunermend Baran Dilbihar derket ser dikê û stranên şoreşgerî yên li ser şoreşê, bi taybet şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşkêş kir. Beşdarvanên şahîyê bi dilekî germ û bi moral û heycanekî mezin ev şahî pêşwazî kirin. Ajansa me Nûçe Ciwan li ser 19 Tirmehê hevpevîn bi Ciwanan re kir.
“Şoreşa Rojava bû sembol ji cîhanê re”
Efîd Esed endamê Meclîsa Giştî ya ya Partîya Yekîtaya Demokratîk PYD’ê derbarê 19’ê Tîrmehê de ev axaftin kir: em di serî de bi xêrhatina we dikin û spasîya we jî dikin ji ber amadebûyîna di vê roja pîroz de. Îro 11’emîn salvegera Şoreşa 19 Tîrmehê ya ku birûska yekem li Kobanê cihê Berxwedanê Destpêkir û balavî hemû Cîhanê bûn. em vê rojê di serî de li malbata Şehîdan û li hemû Şehîdên me ku canê xwe ji bo me feda kirin. Her wiha li Rêber Apo û gelê me yê qehreman pîroz dikin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê di demekê kin de neyê gotin lê ez dixwazim hin tişta bêjim li ser Şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava bû sembolek giştî li ser asta cîhanê her kes anha li şoreşa Rojava mêze dike û ji xwe re mînak û Tecrûbeyan digire. Anha di Şoreşa 19’ê Tîrmehê rûxmî zor û zehmetîyan û êrîşên dijwar li ser Rojava tê kirin lê rûxmî van jî berxwedanek mezin heye. 19’ê Tîrmehê bi xwîna Şehîdan ava bûyî ye. Em name dişînin ji her kesî re bila herkes bizanê ku wê Rêveberîya Xweser serbikeve û Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî wê bi ser bikefê. Ji bo vê jî Şoreşa Rojava yê Kurdistanê û ez bejnê xwe li hemberî Şehîdan dadînim soza xwe carîkî din bi boneya Şehîdan wekî Ciwanekê kurd dikin ji Rêber Apo re bi Tevgera xwe ê Apo cîre re dikin emê serbikefin.
“Em ê her dem hebin”
Ela jî ji bajarê Qamişlo xwest ku bi van hevokan vê rojê pîroz bike û got: Em kom bûne ji bo pîrozkirina salvegera 19’ê Tîrmehê em hatine pîroz bikin. Em xwe di Cîhanê de bidin îspatkirin û wekî Gelê Kurd ev Şoreş ji bo Çand Ziman ê hebûna xwe biparêzin û ji bo Tevahî Cîhanê bidin nasîn ku Kurd hene û wê her hebin.
“Me gelek têkoşîn kir ji bo ku em rojeke wiha bibînin”
Dilbirîne ji bajarê Amûdê destnîşan kir ku gelek zor û zehmetî heatin kişandin heta ku ev roj hat û got: Ez di çand û hûnerê de cihê xwe digrim ez îro bi kêfxweşîyekê mezin hatime vê Şahîyê û em vê şahîyê pîroz dikin. Ji ber gelek zor û zehmetî me kişand heya roja îro gi em pîrozbahî çêdikin. Em bi zimanê xwe strana dibêjin ala xwe hildidin vaye îro Kurd giheştine asta herî bilind em ti carî Şehîdên xwe ji bîrve nakin ji berku gihêştina me vê rojê bi saya Şehîdane îro em gihêştine vê astê em pir kêfxweşin û em spasyî ya we dikin.
Şahî bi girtina govendê bi dawî bû.