QAMIŞLO – Di çarçoveya xebatên kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de jinên ciwan her roj hewl didin çalakiyên cuda li dar bixin. Lewma jinên ciwan ên li Qamisloyê biryar dan ku vê carê li derveyê fîlm nîşan bidin. Sînevîzyon ser berxwedana gerîla û Rêber APO bû. Gelek welatî ji bo tevlî pêşandana fîlmê bibin bi otomobîl an motorsîkletan rawestiyan. Jinên ciwan ên Qamisloyê diyar kirin ku ew ê di demên pêş de jî nîşandana fîlmên vekirî bidomînin.