QAMIŞLO – Rêxistinên Ciwanan ên Herema Cizîrê di çarçoveya hemleya “Cenga Azadîyê Serbxin” li Qamişlo destbi Pirtûkxaneya Gerok kirin.
Pirtûkxane Gerok wê li Tevahî li herema Cizîrê bigerê
Pirtûkxane gera xwe ê destpêkê li bajarê Qamişlo destpêkir gelê herêmê eleqeyekê mezin nîşanî çalakîya Ciwanan didin. Armanca vê Çalakiyê ji bo belav kirina fikir û Felsefeya Rêber Apo di nava Civakê de û her wîha ji bo AzadÎya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di Pirtûxaneya Gerok de Pirtûkên Rêber Apo Pirtûkên Şehîdan û Pirtûkên Di derheqê Şoreşê de tên belav kirin.
Derbarê Çalakîyê de Jina Ciwan Sema Qamişlo ji ajansa me nûçe Ciwan re Axivî û wîha got:
Navê min Sema di nava xebatê Ciwanan de kar dikim wekî îro di 22 meha Tîrmehê de çalakîya me li Qamişlo despêkir. Wê 3 rojan li Qamişlo berdewam bike û piştre derbasî Tirbespîyê bibe. Ev çalakÎya ku me li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo derketî em lidardixin. Em pirtûkên Rêber Apo belavî hemû gel û Ciwanan bikin û fikir û felsefeya Rêber Apo belavî hemû Civakê bikin naha em belavî hemû gelê Herêma Cizîrê bikin û xwe li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo pêşxînin.
Tê payîn ku Pirtûkxaneyê Gerok îro gera xwe li bajarê Qamişlo yê berdewam bike.